ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2026'AN
- 09:00 23 Hezîran 2026
- Rojev
* Li kampa Roj ku ji 50 welatan malbatên DAÎŞ'ê hatine bicihkirin, xeteriya DAÎŞ'ê hîn jî dewam dike. Rêvebera Kampa Roj Hikmiya Îbrahîm anî ziman ku jin û zarok li ser zîhniyeta DAÎŞ'ê tên rêxisitnkirin û got, "Divê welatên derve werin welatiyên xwe bibin ku ev xeterî ji holê rabe." DÎMEN HEYE
* Di 28'ê Hezîranê de li Stenbolê "Mîtînga Azadiyê" tê lidarxistin. Ji komîteya amadekar a mîtîngê Dîdem Yilmaz got: "Werin em hemû bi hev re dengê xwe û daxwazên xwe ji bo azadî û civaka demokratîk bilind bikin." Arîfe Çinar jî banga tevlîbûnê kir û da zanîn ku mîsogerkirina statuya Abdullah Ocalan hewce ye. BI DÎMEN
*Derbarê kiryarê kuştina Mîne Ari Onur Ari piştî 8 mehan îdianame hat amadekirin. Parêzera dozê, Evîn Korkmaz Ekîncî, li ser îdianameyê axivî û got, "Di raporê de tenê behsa gulebaraneke bêserûber tê kirin ku ji hêrseke ji nişka ve çêbûye. Em qebûl nakin ku tundiya kujer a li dijî jinê tenê wekî kêliyek hêrsê were pêşkêşkirin. Em ê dozê heta dawiyê bişopînin." DÎMEN HEYE
*Ozgul Saki ya ji DEM Partiyê ye derbarê civîna Konseya Ewropayê ya ku dê bê lidarxistin de axivî û daxwaz kir ku "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nêzîkî 4 hezar girtiyên siyasî di rojevê de be û got, "Mafê hêviyê pêwîstiyeke gerdûnî ye. Ger Konsey gav neavêje, ew ê rewatiya xwe bi tevahî ji holê rake."DÎMEN HEYE
*Mexdûrên erdhejê derbarê valakirina konteyniran de diyar kirin ku ew ê êdî bi ku derê biçin û wiha bertek nîşan dan: "Ew ê me ji vir derxînin, em ê çi bikin? Tiştekî me tune ku em bikin. Em ê li kolanan bimînin."DÎMEN HEYE
*Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo balê bikêşe li ser bûyerên îşkence, tacîz, tecawiz û îdiayên mirinên bigûman ên li Navenda Lênêrînê ya Taybet a Şîfayê ya li Êlihê ketine rojevê, li ber edliyê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Jinên ku 3 roj in beşdarî çalakiyê bûn diyar kirin ku bêdeng nabin û dixwazin kiryar bên darizandin.







