Lêpirsîna Gulistan Doku: Hemû delîl li cem min hene

  • 12:50 23 Gulan 2026
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Me tomareke deng bi dest xist ku tê de Umut Altaş, agahiyên ku di derbarê lêpirsîna Gulistan Doku de hene vedibêje. Umut Altaş dibêje, "Ez dixwazim rayedarên Komara Tirkiyeyê bi min re têkilî daynin. Hemû delîl li cem min hene."
 
Xwendekara zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku 6 sal berê winda bû. Di ve pêvajoyê de di lêpirsînê de tu pêşketin nehat jiyîn û herî dawî di meha Nîsanê de binçavkirin û girtin hatin jiyîn. 17 kes hatin binçavkirin û 12 jê hat girtin. Piştî vê di îfadeyan de jî derket holê ku delîl çawa hatine reşkirin. 
 
Umut Altaş, yek ji gumanbarên ku ji ber lêpirsîna Gülistan Doku reviya Amerîkayê, li Amerîkayê hate girtin û tê payîn ku radestî Tirkiyeyê were kirin.
 
Me tomareke deng bi dest xist ku tê de Umut Altaş, agahiyên ku di derbarê lêpirsîna Gulistan Doku de hene vedibêje. Umut Altaş li qereqola polîsan bi xizmekî xwe re axivî û diyar kir ku ew her tiştê ku di derbarê Gulistan Doku de hatiye kirin dizane û daxwaz kir ku rayedarên Tirk di zûtirîn dem de bi wî re têkilî daynin.
 
Umut Altaş wiha dibêjê: "Ez ê her tiştî bêjim. Ji bo girtina dozê her tişt li cem min heye. Ez dixwazim rayedarên Komara Tirkiyeyê bi min re têkilî daynin. Delîlên her tiştî li cem min hene. Hemû delîl li cem min hene û ez ê bidim wan. Ez ê kujer radestî wan bikim. Lê divê ew gazî min bikin. Ez ê bêjim her tişt bêkêmasî. Ez ê tavilê her tiştî bidim. Divê ew îşev min ji vir derxînin. Bi dozger re têkilî daynin, bi konsulxaneyê re têkilî daynin û ji wan re bibêjin ku delîl û agahiyên we hene ku hûn doza kuştinê bigirin. Ji wan re bibêjin ku delîlên we yên teqez hene ku kê ew kuştiye."