Li Til Temirê û Kobanê ji bo Hozan Mizgîn merasîma bîranînê

  • 15:41 11 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê di salvegera 34’emîn a şehadeta hunermend Mizgîn de, ew bi bîr anî. Navenda Çand û Hunerê û tevgera Hîlala Zêrîn ên bajarê Kobanê îro merasîmeke bîranînê ji bo salvegera 34`emîn a şehadeta hunermend Gurbet Aydin (Mizgîn) li dar xist. 
 
Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê îro merasîmek ji bo salvegera 34’emîn a şehadeta hunermend Gurbet Aydin (Mizgîn) lidar xist. Bi dehan endamên rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û şêniyên bajêr beşdar bûn. Navenda Çand û Hunerê û tevgera Hîlala Zêrîn ên bajarê Kobanê îro merasîmeke bîranînê ji bo salvegera 34`emîn a şehadeta hunermend Gurbet Aydin (Mizgîn) li dar xist. 
 
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre sînevîzyona derbarê jiyana şehîd Mizgîn û rola wê di hunera Kurdî de hate pêşandan.
 
Piştre Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Mihemed Seîd El Ehmed axivî û diyar kir ku hunermend Mizgîn mîrateya çand û hunerî parast. El Ehmed destnîşan kir ku hunermend Mizgîn bi berhemên xwe yên ku bi mijarên neteweyî û mirovî dihatin naskirin, şopeke girîng li ser qada hunera Kurdî hişt.
 
Di dawiya merasîmê de Koma Şoreş a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya li Til Temirê stranên şoreşgerî û gelêrî pêşkêş kirin.
 
Li Kobanê şehîd Mizgîn hat bibîranîn
 
Navenda Çand û Hunerê û tevgera Hîlala Zêrîn di salvegera 34`emîn a şehadeta wê de hunermend Mizgîn bi bîr anî.
 
Kobanê
 
Navenda Çand û Hunerê û tevgera Hîlala Zêrîn ên bajarê Kobanê îro merasîmeke bîranînê ji bo salvegera 34`emîn a şehadeta hunermend Gurbet Aydin (Mizgîn) li dar xist. 
 
Di merasîma bîranînê de bi dehan endamên rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl û hunermend amade bûn.
 
Di merasîmê de sînevîzyonek der barê jiyana şehîd Mizgîn û rola wê ya di hunera kurdî de hate pêşandan.
 
Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê Gulçîn Qasim Hiso anî ziman ku ew di salvegera şehîd Mizgîn de, hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û wiha got: "Şehîd Mizgîn roleke xwe ya girîng û biwate di hunerê de hebû. Ew bi hemû hezkirin û hêvî karê hunerê dikir û bi riha hunerê azadî ji cîhanê re da nîşandan. Divê em jî şopdarên rêya şehîd Mizgîn bin û xeta ku wê dabû pêşiya xwe em li ser wê xetê bimeşin û temam bikin."
 
Di dawiya merasîmê de Koma Bozan a Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê stran pêşkêş kirin.