Kesên di Komkujiya Garê de hatin qetilkirin, hatin bibîranîn

  • 13:14 10 Gulan 2026
  • Rojane
ENQERE - Bi boneya meha 127’emîn a Komkujiya Garê bîranîn hat lidarxistin. Endamê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Can Ateş di bîranînê de got: “Dadgehê der heqê 3 xebatkarên cemaweriyê de lêpirsîn da destpêkirin. Hêj jî dest nedane wê dosyeyê.” 
 
Di 10’ê Cotmeha sala 2015’an de DAIŞ’ê li dijî Mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê êrişa bombeyî kir û 109 kes hatin qetilkirin. Bi boneya meha 127’an a komkujiyê bîranîn hat lidarxistin. Bîranîn, li cihê komkujiyê hat lidarxistin. Li gel malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, her wiha nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir û dirûşma “10’ê Cotmehê ji bîr neke û nede jibîrkirin” hate berzkirin. 
 
Hevseroka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Ekîncî Coşkun di bîranînê de axivî û got: “Di pêvajoya darizandinê de em nikarin behsa edaletê bikin. Em ê kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin ji bîr nekin.”
 
Endamê komeleyê Can Ateş jî diyar kir ku 127 meh in daxwaza edaletê dikin û ev tişt anî ziman: “Di dozê de 16 bersûcên firarî hene ku hêj nehatine giritn. Ev çend danişînin kursiyên bersûcan vala ne. Di 30’ê Hezîrane de dîsa danişîn heye. Bawerim dê bibe danişîna 100’emîn. Êdî em nikarin hesab bikin ka danişîna çenda ye. Lê hêj jî kursiyên bersûcan vala ne. Dadgehê, der heqê 3 peywirdarên cemaweriyê de lêpirsîn da destpêkirin. Lê hêj dest nedane wê dosyeyê. Mehek berê me bi dozger re hevdîtin kir. Bi gotina ‘em ê bikin çi nekin’ vedihêle.” 
 
Piştî axaftinan, beşdar çûn serdana bîrdariyê û bîranîn bi dawî bû.