Dayikên Aştiyê ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • 17:24 8 Gulan 2026
  • Rojane
ENQERE - Dayikên Aştiyê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan.
 
Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun ku li ser navê 28 Meclîsên Dayikên Aştiyê, çûn Enqereyê û hevdîtinên bi partiyên siyasî re temam kirin, çûn wezareta dadê û ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serlêdan kirin.
 
Dayikên Aştiyê piştî serlêdanê daxuyanî dan û wiha gotin:
 
“Me di serdanên partiyên siyasî de nêrînên erênî girtin, em kêfxweş bûn. Em li ser navê sedan dayikî li vir in. Me got bila êdî tu dayik negirîn û ji bo serkeftina pevajoyê me daxwazên xwe anîn ziman.Me îfade kir ku ji bo piştgiriya Birêz Serokomar, Birêz Bahçelî, Birêz Ocalan a ji bo pêvajoyê bi bandor be tiştên pêwist divê bên kirin. Hêviya me teze bû, biryara me ya der barê pêvajoyê de didome. Em li ser navê hezaran dayikî li vir in. Bila dayik negirîn. Em welatekî wekhev û demokratîk dixwazin.
 
Daxwazên dayikan yên hevdîtina bi Birêz Serokomar, Birêz Bahçelî û Birêz Ocalan re hîna heye. Em vê dixwazin. Em niha li ber Wezareta DAdê ne; Ji bo hevdîtina bi Birêz Ocalan, em nih ali virin ku daxwaznameyên xwe bidin. Me di koma AKP’ê de got em dixwazin bi serokomar re hevdîtinê bikin. Me daxwaza hevdîtina bi Birêz Bahçelî re jî  duh di koma MHP’ê de anî ziman.
 
Bi wesîleya Roja Dayikan divê ev serlêdana me bê qebûlkirin. Em dixwazin bibînin. Bila rê  vebikin, bila her kes pê re hevdîtinê bikin. Em vê dixwazin.”