Konferansên herêmî yên jinan: Daxwaz çi bûn, wê çi bên kirin?
- 09:06 1 Gulan 2026
- Rojane
Rojda Aydin-Pelşîn Çetînkaya
AMED - Di pêvajoya konferansê de ku li gelek bajaran hat lidarxistin, rêveberiyên herêmî xebata xwe ya du salan nirxandin, li ser gelek mijaran ji polîtîkayên jinan bigire heta rêveberiya şaredariyê ya komunal, rexneyên xwe pêşkêş kirin û nexşerêya serdema nû nîqaş kirin. Rêvebiriyên. herêmî ku konferansek du rojan li dar xist, armanc dikin ku rêbazek beşdar, demokratîk û azadiya jinan a ji bo rêveberiya şaredariyê xurt bikin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêvajoyek nû da destpêkirin ku armanc dike hebûna xwe ya siyasî bi rêya rêveberiyên herêmî xurt bike. Konferansa Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk, ku dê li dora dirûşmeya “Ji Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ber bi Civaka Komunal” a ku ji hêla Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ve hatiye ragihandin, were teşekirin, armanc dike ku nîqaşên li ser demokrasiya herêmî, beşdariya rasterast a gel û modelên rêveberiya alternatîf bîne rojeva neteweyî. Bi vê gavê, DEM Partî armanc dike ku hem pratîkên rêveberiya herêmî ji nû ve pênase bike û hem jî perspektîfek rêveberiya herêmî ya demokratîk li dijî avahiya navendî pêş bixe.
Her wiha Konferansa Jinan a Rêvebiriyên Xwecihî jî bi dirûşmeya “Em bi vîna jinan û komûnan, bi rêvebiriyên xwecihî civaka azad ava dikin” hat lidarxistin. Di konferansên ku li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin lidarxistin de gelek mijar hatin nîqaşkirin û nexşerêyek nû ji bo serdema pêş hat destnîşankirin.
Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Canan Kebenç Ozkan, li ser mijarê axivî.
‘Gel berpirsyariyek mezin daye me’
Canan Kebenç Ozkan diyar kir ku konferansa ku li Wanê dest pê kir û li Amedê bi dawî bû, xebatên rêveberiya herêmî yên du salan hatine nirxandin û got, “Em, Komîteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk, ji bo nirxandina xebatên xwe yên du salên borî pêvajoyeke konferansê ya berfireh dimeşînin. Di van konferansan de, em nîqaş dikin ka em çawa nêzîkî pirsgirêkên civakî ya di warê rêveberiya herêmî û şaredariyan de dibin, em çi çareseriyan ava dikin û li ku derê em kêmasiyê dibînin. Di vê pêvajoyê de ku li Wanê dest pê kir û îro li Amedê gihîşt lûtkeyê, me pêşî li hemû bajaran konferansên jinan û dû re jî konferansên tevlihev li dar xistin. Li şaredariyên ku me ji hilbijartinên 31’ê Adarê vir ve bi dest xistiye, em dibînin ku îradeya gel diyarker bûye. Gel bi helwesteke zelal li dijî qeyûman, îradeya xwe nîşan da. Di heman demê de, gel berpirsiyariyeke mezin daye me ku em li gorî nêzîkatiyeke demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan a ji bo rêveberiya herêmî tevbigerin. Di vê çarçoveyê de, em bi hişmendiya ku rêveberiyên herêmî ne tenê saziyeke rêveberiyê ne, lê di heman demê de qadeke çareserkirina pirsgirêkên civakî ne jî, xebatên xwe didomînin.”
'Gavên veguherînê yên li ser bingeha jinan ên di rêveberiyên herêmî de'
Canan Kebenç Ozkan destnîşan kir ku di nirxandina du salan a xebatên konferansên jinan de, bal kişandine ser girîngiya yekîneyên jinan ên ku di çarçoveya têkoşîna li dijî tundî, xizanî û newekheviyê de li şaredariyan hatine avakirin û wiha pê de çû, “Di van konferansan de, bi taybetî jî di konferansên jinan de em bi berfirehî li ser pirsgirêkên ku jin di civakê de pê re rû bi rû dimînin, axivî. Me li ser tundiya ku ji ber polîtîkayên şerê taybet çêbûye, koçberiya ku ji ber şerên çekdarî yên berê çêbûye û bandorên polîtîkayên xizanî û wêrankirinê li ser jinan nîqaş kir. Di vê çarçovê de, xebatên ku me heta niha di warê rêveberiya herêmî de, bi taybetî di derbarê polîtîkayên jinan de kirine, nirxandin. Dema ku me hewlên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên jinan nirxandin, me kêmasiyên xwe û berpirsiyariyên ku serdema pêş me digre ser xwe jî nîqaş kirin. Ji 31’ê Adarê ve me li şaredariyên ku me dest xistine ser wan gavên girîng avêtine. Me li şaredariyên mezin serokê daîreyên jinan ava kirin; li şaredariyên navend û navçeyan me rêveberî û yekîneyên koordînasyonê yên jinan ava kirin. Bi rêya van avahiyan, me xebata xwe bi armanca têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan, têkoşîna li dijî xizaniya jinan û guhertina şêwazên derûnî yên newekhev ên kûr di civakê de da destpêkirin û berdewam dikin.”
Ji bo serdemek nû amadekarî
Canan Kebenç Ozkan destnîşan kir ku di konferansan de kêmasî jî hatine nîqaşkirin û wan di serdema nû de armancek danîne ku rêveberiyeke şaredariyê ya demokratîk û rizgariya jinan xurttir bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Di hemû konferansên jinan de ku me li dar xistine, me xebatên ku di du salên borî de ji hêla rêveberiyên siyaseta jinan û koordînatoran ve hatine kirin bi berfirehî nirxandine. Me li ser wê yekê nîqaş kir ku ji bo avakirina jiyaneke rizgariya jinan divê çi polîtîkayên pratîkî werin pêşxistin, me di vî warî de çi kiriye û li ku derê kêmasiyên me hene. Me her wiha li ser çareserkirina kêmasiyan nîqaş kir û bi hev re pêşniyar û planên ji bo serdema nû bi teşe kir. Bi heman awayî, di konferansên tevlihev de me nîqaş kir ka mirov çawa ji perspektîfek demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan ve bersivê bide bendewariyên civakî ji rêvebiriyên herêmî. Me nîqaş kir ka em çawa dikarin kapasîteya şaredariyan ji bo dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkên civakî xurt bikin. Vîna gel a ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de li dijî tayînkirina qeyûman hat nîşandan, berpirsiyariyên girîng dan ser milê rêveberiyên herêmî jî. Gel erkdariyeke xurt daye şaredarî û berpirsên hilbijartî yên bi hilbijêrên DEM Partiyê da ku pirsgirêkên xwe yên civakî li gorî nirx û perspektîfên xwe çareser bikin. Di du salên borî de, me li şaredariyên ku di rewşek pir xirab de dewr girtine, xebatên girîng kirine. Me di gelek waran de xebat pêk anîne, bi giranî li ser pirsgirêkên bajaran, kêmasiyên binesaziyê û têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê di warên ziman û çandê de. Lêbelê, tevî van hemû hewldanan em jî dizanin ku me nekariye her tiştî bi têra xwe bi dest bixin ku ev kêmasî hene û pêdivî ye ku em bêtir bikin. Em bi vê hişmendî û berpirsiyariyê tevdigerin, em armanc dikin ku di serdema pêş de xebatên xwe hîn xurttir bikin.”
Pêvajoya pêkhatina konferansên giştî
Canan Kebenç Ozkan diyar kir ku pêvajoya konferansê ku xebata du salan li Amedê nirxandin, qediyaye û modela şaredariyê ya beşdar, demokratîk û ekolojîk dê di konferansên navendî yên ku di meha Hezîranê de werin lidarxistin de were nîqaşkirin. Canan Kebenç Ozkan wiha axivî, “Di konferansên xwe de, me bi berfirehî li ser xebatên xwe yên du salên borî nîqaş kir û nirxand. Me li ser tiştên ku em dikarin baştir bikin, li ku derê kêmasiyên me hene nîqaş kir û di vê pêvajoyê de em dikarin bibêjin ku me rexnedayîna xwe jî da. Îro me fînala konferansên qonaxa yekem li Amedê li dar xist. Konferansa tevlihev jî hat lidarxistin. Di konferansa hevbeş de polîtîkayên ku em bi taybetî li Amedê dimeşînin jî hat nirxandin. Piştre, di meha Hezîranê de em ê derbasî pêvajoya konferansa navendî bibin. Em ê di 6-7’ê Hezîranê de Konferansa Jinan a Navendî û di 8-9’ê Hezîranê de Konferansa Giştî ta Navendî li dar bixin. Di van konferansan de, em ê bi delege û berpirsên hilbijartî yên ji hemû bajaran re nîqaşên berfireh bikin. Di vê pêvajoyê de, em ê li ser hişmendiya rêveberiya şaredariyê ya ku civak ji me hêvî dike, bisekinin. Em ê nîqaş bikin ka em çawa dikarin modelek rêveberiya şaredariyê ya beşdar, demokratîk û ekolojîk ava bikin. Di heman demê de, em armanc dikin ku bi hev re rê û rêbazên modelek rêveberiyê diyar bikin ku tê de gel xwe wekî nûnerê rasterast ê îradeyê dibîne û bi awayekî çalak beşdarî mekanîzmayên rêveberiya şaredariyê dibe.”
Bangewaziyek ji bo avakirina civakeke demokratîk
Canan Kebenç Ozkan, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di konferansan de teqezî li ser pêwîstiya ku rêveberiyên herêmî bi beşdariya rasterast a civakê bixebitin hatiye kirin û destnîşan kir ku divê modela rêveberiya şaredariyê ya komunal û demokratîk di serdema nû de bêtir were xurtkirin. Canan Kebenç Ozkan wiha dawî li axaftina xwe anî, “Heta niha, li hemû şaredariyên ku me wekî hikûmetên herêmî berpirsiyarî girtiye ser xwe, heta li deverên ku em rasterast kontrola wan tune lê endamên me yên hilbijartî hebûneke xurt hene rêbaza me ya bingehîn ew bû ku em xizmetên şaredariyê bi hevkarî û şirîkatiyê bi civakê re pêşkêş bikin. Ji ber ku em dizanin ku di pêvajoya avakirina civakek demokratîk de, avakirina komunan qadeke girîng e ku dikare bi rêya rêveberiyên herêmî were bicîhanîn. Erk û berpirsiyariyên girîng ên şaredariyan hene. Ev jî di misogerkirina beşdarbûna civakê ya di mekanîzmayên xwerêveberiyê de ne; ji destnîşankirina pirsgirêkan bigire heya pêşxistina çareseriyan û beşdarbûna rasterast a di pêvajoyên çareseriyê de. Em komunan wekî yekîneya demokratîk a herî biçûk a civakê pênase dikin; avahiyên ku dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û ziman, çand, aborî û awayê jiyana xwe bi rêxistin bikin. Ji ber vê yekê, ne mimkûn e ku rêveberiyên herêmî ji vê pêvajoya avakirinê werin veqetandin. Rêveberiyên herêmî di avakirina jiyana komunal û civakeke demokratîk de berpirsiyariya herî girîng digire ser xwe. Di van konferansên ku me bi vê hişmendiyê lidar xistin de, me hem tiştên ku me heta niha kirine û hem jî deverên ku em kêmasiyên wan hene nirxandin. Di serdema pêş de, em armanc dikin ku van nîqaşan di konferansên xwe yên navendî de kûrtir bikin û nexşerêyek ji bo serdema nû biafirînin. Em dixwazin zelal bikin ka me çi bi dest xistiye, li ku derê em kêm mane û divê em di pêşerojê de çi bi cîh bînin. Bi vê bawerî û motîvasyonê, em hewlên xwe ji bo xurtkirina têgihîştineke demokratîk, beşdar û civakî ya rêveberiya herêmî didomînin.”








