Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

  • 11:10 28 Nîsan 2026
  • Rojane
STENBOL - Bi nêzbûna 1’ê Gulanê re li Stenbolê li dijî partiyên sosyalîst û rêxistinên ciwanan operasyona binçavkirinê hat lidarxistin. Di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Beriya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê, li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de gelek endamên partiyên sosyalîst, saziyên şoreşger û rêxistinên ciwanan hatin binavkirin. 
 
Hat zanîn ku di serdegirtinên malan de endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Platforma Piştevaniya Sosyalîst ((SODAP), Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP), Înîsiyatîfa Piştevaniya Xwendekaran û xwînerên Partîzanê û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel hatine binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku binçavkirî birine Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê. 
 
Her wiha bi ser buroyên rojnameya Ozgur Gelecek û Yenî Demokrasiyê de jî hate girtin.