Esra Işik nehat berdan
- 20:14 27 Nîsan 2026
- Hiqûq
MÛGLA - Yekem danişîna doza Esra Işik ku ji ber beşdarî berxwedana li dijî desteserkirina li Daristana Akbelenê bûbû hatibû girtin, hat lidarxistin.
Danişîna doza şêniya Îkîzkoyê Esra Işik ku ji ber li dijî îstimlaqikirina bilez a erdên çandiniyê û baxçeyên zeytûnan ên gundiyan a ji hêla şîrketa Limakê li Daristana Akbelenê ya navçeya Milasê ya Muglayê kana komirê dixebitîne derketibû hatibû girtin, hat lidarxistin.
Esra Işik û parêzerên wê di danişîna li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 3'yan a Mîlasê hat lidarxistin de amade bûn. Dadgehê biryara domandina girtina Esra Işikê da û danişînê taloqî 1'ê Hezîranê kir.
Di dema danişîna Esra Işikê de, niştecihên Îkîzkoyê û parêzvanên jîngehê jî li Akbelenê "Nobeda Edaletê" dan destpêkirin.







