Pirtûkxaneya Gel a Rojîn Kabaîş hat vekirin
- 16:40 18 Nîsan 2026
- Çand û Huner
AMED - Şaredariya Bajarê Nû li Parka Mehmed Ûzûn a li Taxa Şehîdlîkê ya navçeya Bajarê Nû Pirtûkxaneya Gel a Rojîn Kabaîş vekir.
Şaredariya Bajarê Nû ya Amedê li Parka Mehmed Ûzûn a li Taxa Şehîdlîkê Pirtûkxaneya Gel a Rojîn Kabaîş vekir. Hevşaredarên Bajarê Nû Safiye Akdag û Mehmet Ergun, malbata Kabaîş, siyasetmedar Çetîn Arkaş û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî û welatî beşdarî bernameya vekirina pirtûkxaneyê bûn. Li ser pirtûkxaneyê nivîsa “Ji bo bîranîna jin û zarokên ji aliyê mêran ve hatine kuştin” hate nivîsîn.
Di bernameyê de Hevşaredarên Yenişehirê Safîye Akdag û Mehmet Ergûn axivîn destnîşan kirin ku ji bo parastina mafê jiyanê yê jinan û çîrokên wan ber bi çav bikin cihên wiha pir bi qîmet in û diyar kirin ku têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan bepirsyartiyeke civakî ye. Hevşaredaran da zanîn ku dê pirtûkxane bibe cihê perwerdekirina jin û zarokan.
Bavê Rojîn Kabaîşê, Nîzamettîn Kabaîş jî axivî û spasiya şaredariyê û gelê Amedê kir. Kabaîş, waliyê Wanê rexne kir ku destûr nedaye navê Rojînê li saziyan were kirin û wiha got: “Hûn ji çi aciz bûn ku we nehişt? Gava ez navê Rojînê li ser deran dibînim ez pir kêfxweş dibim û ez dizanim her kes lê xwedî derdikeve.”
Sîyasetmedarê Kurd Çetîn Arkaş jî li ser navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sekreterya ya Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got: “Di destpêka bûyerê de diyar bû ku tiştek di nava vî karî de heye. Heman tişt ji bo Gulîstanê jî derbasdar e. Heke di encama têkoşîna hin hêzên di nav dewletê de tiştên bi serê Gulistanê hatine hatibin deşîfre kirin ev ne layiqî dewleteke hiqûqê ne. Divê em ji bo tiştên bi serê Rojînê hatine jî li benda tişteke wiha nemînin. Ji ber vê yekê bi wate ye ku malbata me îşaret bi hin kes û saziyan dike. Divê ev were fêmkirin. Nav û wêneyên Rojînê li vir hene. Li Wanê hin kes ji navê Rojînê aciz dibin. Çawa ku ji navê Yilmaz Guney, Ahmet Kaya, Orhan Dogan aciz dibin ji navê Rojîn Kabaîş jî aciz dibin. Heta ku Tirkiye bibe dewleta hiqûqê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û wan aciz bikin.”
Piştî axaftinan, kurdeleya pirtûkxaneyê ji aliyê Malbata Kabaîş, Dayîkên Aştiyê, Çetîn Arkaş û hevşaredaran ve hat birîn. Beşdar li hundirê pirtûkxaneyê geriyan û piştgirî dan xebatên çandî yên şaredariyê.







