Li Dêrsîmê di avê de cenazeyê jinekê hat dîtin
- 09:30 16 Nîsan 2026
- Rojane
DÊRSIM - Li Pira Şîn a li navenda Dêrsimê di Ava Mûnzûrê de cenazeyê jinekê hat dîtin.
Li Pira Şîn a navenda Dêrsimê di Ava Mûnzûrê de cenazeyê jinek temenê wê 45 salî hat dîtin. Gelek komên polîs, tendûristî û AFAD’ê hatin cihê bûyerê.
Nehat zanîn ku navê jinê çiye. Piştî lêkolînên cihê bûyerê ji bo otopsiyê cenaze dê bibin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.







