Ji esaretê ber bi azadiyê ve çîroka jineke berxwedêr: Narîn Axîn

  • 09:04 15 Nîsan 2026
  • Rojane
Jiyan Gencan
 
QAMIŞLO - Şervana YPJ'ê Narîn Axîn a bi eslê xwe Ereb ku bi birîdarî dîl ket destê çeteyên HTŞ'ê, piştî 2 meh û nîvan dîlgirtî ma rizgar bû. Narîn axîn a ku bahsa tevlibûna xwe ya nava YPJ'ê kir wiha got," Ez ji Tevgera jinan û ji felsefeya Rêber Apo bi bandor bûm. Piştî ku min Rêbertî xwend min xwest tevli nava refên YPJ'ê bibim."
 
Şervana YPJ'ê Narîn Axîn ku  di dema êrîşên dawî yên li ser QSD'ê de  bi birîndarî dîl hat girtin, pîştî 2 meh û nîvan hat berdan. Narîn Axîn ku bi berxwedana û hêza xwe navdar bû, di nava şert û mercên dijwar de jî wê hêviya xwe winda nekir û li hemberî dijmin bû sembola berxwedanê. çîroka Narîn Axîn wek nimûneyek ji berxwedana jinan a di nava YPJ'ê de tê dîtin ku di şertên herî dijwar de jî dikare li hember zordariyê raweste û hêza xwe nîşan bide.
 
Şervana YPJ'ê Narîn Axîn  rewşa xwe ya dîlgirtinê û berxwedana 2 meh û nîvan ku daye ji ajansa me re vegot.
 
Narîn Axîn bahsa dîlgirtina xwe kir û wiha anî ziman: " Dema ku êrîşên çeteyan ên dema dawîn dest pê kirin ez li Dêra Zorê bûm û biryara paşvekêşandina ji Dêra Zorê ji me re hat ragihandin. Me xwe amade dikir ku em paşve vekişin, lê wê demê eşîrên ereban hemûyan xwe bi çek kiribûn û li hemberî me derketin qadan û di navbera me de şer çêbû.  Ez wê demê ji lingê xwe birîndar bûm. Pîştî wê ez û hevalek xwe ketin destê dijmin, hevalan gelek hewl da ku me xilas bikin. Lê gelek zahmet bû. Pîştî wê min û hevala mi birin zindana Dêra Zorê, li me dan îşkence kirin û gotinên ne xweş ji me re digotin. Ji min re gotin tû birîndarî lê em te derman nakin. Digotin hun keçên QSD'ê ne em we derman nakin. Ji ber ku ez Ereb bûm her gotin ji min re digotin. Rûxmî her tiştî jî tu caran bê hêvî nebûm. Di zindanê de herî zêde bi ser min de dihatin û digotin tu bi xwe Erebî tu çawa tevlî wan buyî. Ew nêzîkatî gelek li zora min diçû. Ji ber wê jî gelek li me dan."
 
'Ez hertim bi hêvî bûm'
 
Narîn Axîn diyar kir ku wê tu caran hêviya xwe li gel şert û mercên dijwar winda nekir û wiha anî ziman: " Ez her tim bi hêvî bûm, her tim hevalên şehîd di bîra min de bûn. Berxwedana zindanan têkoşîna Mazlum Dogan di bîra min de bû. Min digot wekî jinekê divê ez li ber xwe bidim û têkoşînê bidim. Min ji xwe re digot divê ez bi hêz bim. "  
 
'Gîhîştina hevalan ji bo min xewn bû'
 
Narîn Axîn hestên xwe yên dema gihiştiye hevalan jî vegotin û anî ziman ku berxwedana wan bi encam bûye: " Hatin gel me û gotin em ê we berdin, me ne dizanî rast e an jî ne rast e, dema ku em gihîştin û me heval dîtin ez gelek kêfxweş bûm. Dema min heval dîtin wekî zarokeke ku dayika xwe bibîne wisa kêfxweş bûm. Ew dem ji bîra min tu caran wê neçe. Ez niha bihêz im armanca min mezin e. Ez ê tola rêhevalên xwe yên şehîd hildim û ji bo hevalên xwe yên dîlgirtî ez ê têkoşînê bidim. HeTa yek hevalê me di destê dijmin de be ez ê têkoşîna xwe bidomînim."
 
'Dijmin bi çekê li lingê min ê birîndar dida'
 
Narîn Axîn anî ziman ku di dema dîlgirtina de rûxmê birîndar bû lêdan xwariye û nehatiye dermankirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Ez bi birîndarî ketim destê dijmin, berê min ne dikarî li xwînê binerim, lê bi wê birîndariya xwe min bi xwe dermankirina xwe kir. Li gel birîndariya min dihatin û li min didan. Ji lingê min xwîn dihat û serê guleyê xuya dikir, min bi kefiya xwe lingê xwe girêda, lê xwîna lingê min nedisekinî hevalek jin jî li gel min bû. Wê jî alîkarî da min. Pîştî ku xwîn kêm bû min guleya di lingê xwe de derxist. Dijmin bi çekê li lingê min ê birîndar dida." 
 
Narîn Axîn bahsa ku wekî jinek Ereb çawa ji YPJ'ê bi bandor bûye û tevlî buye jî kir û got, " Ez ji tevgera jinan bi bandor bûm, ji felsefeya Rêber Apo bi bandor bûm. Piştî ku min Rêbertî xwend min xwest tevlî nava refên YPJ'ê bibim. Ez jinek Ereb im, lê min fikrên Rêber Apo yên derbarê jina azad de meraq dikirin û li ser wî esasî tevlî nava YPJ'ê bûm."
 
'Wekî şervanek YPJ'ê ez ê têkoşîna xwe bidomînim'
 
Narîn Axîn soza bilindkirina têkoşînê da û wiha dawî li axaftinê xwe anî: " Divê tiştên ku hatine jiyîn neyên jibîrkirin. Dijmin her digot jin bê hêz e.  Lê hêza herî mezin jin bi xwe ye. Dibê ku ez dîl hatibim girtin, lê ew ne lewaziyeke, hêza min û îradeya min gelek xurt e. Ez wekî şervanek YPJ'ê û wekî jinek ereb ez ê têkoşîna xwe mezin bikim bikim."