Li Colemêrgê serdegirtinên malan

  • 13:31 7 Nîsan 2026
  • Rojane
COLEMÊRG - Hate diyarkirin ku li Colemêrgê di serdegirtinên malan de gelek ciwan hatine binçavkirin.
 
Duh bi şev li navenda Colemêrgê li dijî hin malan serdegirtin pêk hat. Hate zanîn ku bi hinceta pîrozbahiyên Newrozê serdegirtin pêk hatine û bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” 6 ciwan hatine binçavkirin. Hate destnîşankirin ku ciwanên hatine binçavkirin, birine Miduriyeta Emniyetê ya Colemêrgê. 
 
Li navçeyên Çelê û Geverê 5 ciwanên di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyê hatin berdan.