Malbata Rojîn Kabaîş xwest DNA jinûve bên lêkolînkirin

  • 11:17 5 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 19 meh derbas bûn. Malbata ku bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re hevdîtin kir, xwest di çarçoveya lêpirsînê de careke din mînakên DNA’yê bên girtin. 
 
Di ser lêpirsîna der heqê mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê re 19 meh derbas bûn û malbatê ji bo ronîkirina bûyerê daxwazên nû kir. Malbatê, bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re hevdîtin kir û xwest ji hin kesan mînakên DNA’yê bên girtin. Malbatê, çendek roj berê bi Gurlek re hevîtin kir. Di hevdîtinê de hate gotin ku kesê li ser medyaya dijîtal gef li malbatê xwarî li derveyî welat hatiye girtin. 
 
Di hevdîtinê de endamên malbatê ji Gurlek xwestin ku mînakên DNA’yê yên rektorê zanîngehê û hinek xizmên wî jî bên girtin. Malbatê, da zanîn ku tevî bi ser bûyerê re ewqas dem derbas bûye jî di dosyayê de hêj encamekî zelal nehatiye bidestxistin. Bav Nîzamettîn Kabaîş, diyar kir ku ev demeke dirêj e li bendê ne û têkildarî pirsa aqûbeta keça wî tu bersiveke şênber li ber destê wan nîne. Nîzamettîn Kabaîş pirsa pêşneketina dosyayê kir û got tên mexdûrkirin. 
 
Nîzamettîn Kabaîş, destnîşan kir ku di çarçoveya lêpirsîne de DNA’yên du zilaman hatine tesbîtkirin û vê rewşê jî bandoreke mezin li ser wan kiriye. Nîzamettîn Kabaîş, got ku şîfreya telefona keça wî nehatiye vekirin û dê telefon ji bo lêkolînê ji Çînê re bê şandin. Malbatê, got ku delîl dereng hatine lêkolînkirin û xwestin hemû gumanên di dosyayê de bên ronîkirin û berpirsyar bên tesbîtkirin.