Ji Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî
- 09:40 12 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku bi Erdogan re rûniştin gotin, "Hate destnîşankirin ku çarçoveya qanûnî ya ku hemû beşên civakê bihewîne û xwe bispêre paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê divê bi lihevkirina herî berfireh bê amadekirin."
Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li ser hevdîtina ku doh bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re kir daxuyaniyek dan. Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Weke Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê me bi Serokkomar Birêz Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtineke girîng pêk anîn. Em bi Birêz Serokkomar Erdogan re li ser bûyerên li herêma me, bandora van bûyeran li ser Tirkiyeyê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn.
Di hevdîtinê de îradeya hevpar a dewamkirina pêvajoyê ya bi biryardarî, careke din hate destnîşankirin. Hate ragihandin ku ji bo avêtina gavên cihê baweriyê û şênber ên li ser pêvajoyê pêwîstî pê heye ku TBMM, wezaretên pêwendîdar û saziyên cemaweriyê karên xwe zêde bikin. Di vê çarçoveyê de hate destnîşankirin ku girîng e Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî rapora xwe bi nêzîkatiyeke tevgir amade bike, di mijara demokratîkbûn û azadiyê de bingeheke qewîn pêşkêş bike. Hate destnîşankirin ku çarçoveya qanûnî ya ku hemû beşên civakê bihewîne û xwe bispêre paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê bêyî derengketinê divê bi lihevkirina herî berfireh bê amadekirin.
Di demekê de ku li siyaseta herêmî û navneteweyî bûyerên girîng diqewimin, ev hevdîtin pêk hat. Em baweriya xwe dubare dikin ku ev hevdîtin wê tevkariyê li jiyana bi hev re ya gelên Tirkiyeyê û herêmê ya di nava aştiyê de bike. Ji ber pêşwaziyê em spasiya Birêz Serokkomar dikin."







