‘Li Kobanê pêdiviyên jiyanî nayên peydekirin’
- 09:05 11 Sibat 2026
- Rojane
Roza Metîna
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Îvana Misto da zanîn rewşa zehmet a li Kobanê dewam dike û wiha got:"Êrişeke dijwar li ser Rojava pêk hat. Bi taybet Kobanê hat dorpêçkirin. Demek dirêj kerebe tune bû. Her wiha av û înternet jî nîne. Peydakirina pêdiviyên jiyanî jî zehmet dibe. Lê belê li dijî dorpêçê têkoşîna Gelê Kurd dewam dike."
Tevî hevdîtinên di navbera şandeyên rêveberiya Kobanê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên bi armanca pêkanîna peymana 30’yê Çileyê, dorpêça komên hikumeta demkî ya li Kobanê 23 roj in dewam dike. Ji ber dorpêç didome rewşa mirovî li Kobanê xirabtir dibe. Derman, xurek, şîrê zarokan û pêdiviyên sereke gelekî kêm in. Her wiha rewşa debarê ya nêzî 600 hezar kesî tevî koçberan, her diçe girantir dibe. Rojnameger Îvana Misto têkildarî mijarê nirxandin kir.
‘Li Kobanê pêdiviyên jiyanî nayên peydekirin’
Îvana Misto bal bir ser rewşa zehmet a li Kobanê û wiha got:” Êrişeke dijwar li ser Rojava pêk hat. Bi taybet Kobanê hat dorpêçkirin. Demeke dirêj kerebe tune bû her wiha av û înternet jî nîne. Peydakirina pêdiviyên jiyanî jî zehmet dibe. Bi taybet şîrê zarokan, derman ji ber kêm in, ev jiyana zarokan û hemû mirovan dike nava zehmetiyeke mezin. Dema Tebqa, Reqa ket destê Hukumeta Demkî ya Sûriyeyê kurdên wir jî neçar man werin Kobanê. Koçberên Efrînê yên berê xwe dabûn Reqayê jî piştî êrişan hatin Kobanê. Yanî em dikarin bibêjin kurd herkê çend caran bi koçberiyê rû bi rû mane. Lê belê li dijî dorpêçê têkoşîna Gelê Kurd dewam dike.”
‘Malên kurdan hatin talakirin’
Îvana Misto bi lêv kir ku malên Gelê Kurd ji aliyê Hukumeta Demkî ya Sûriyeyê ve hatiye talankirin û wiha pê de çû:”Her wiha kurdên li gundên derdorên Kobanê jî ji ber êrişên dijwar mecbûr man werin navenda Kobanê. Hukumeta Demkî ya Sûriyeyê di heman demê de malên Gelê Kurd talan kir. Lê belê li gor peymana di navbera QSD’ê û Hukumeta Demkî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin divê hêzên hukumeta demkî vekişiyana. Ji ber venekişiyana loma jî roj bi roj zehmetiyên li ser gel zêde dibin. Ji ber sermaya zêde nexweşî jî zêde dibe. Rewşa tendirustiyê jî li Kobanê ne baş e. Kesên bi nexweşiyên mîna şekir her wiha nexweşiyên wan ên kronîk hene di warê pêdekirina dermanan de gelekî zehmetiyan dikşînin. Yên nexweş her wiha nikarin herin bijîşkên xwe yên derveyî Kobanê jî. Koçber jî neçar mane di dibistanan de dimînin.”
‘Şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê ketin nava liv û tevgerê’
Îvana Misto bal bir ser liv û tevgera çeteyên DAÎŞ’ê û wiha dewam kir:”Ji ber êrişên dijwar şaneyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ’ê jî ketin nava liv û tevgerekê. Vê yekê bandoreke mezin li tevahiya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê kir. Ev yek zihniyeta DAÎŞ’ê zindî dike. Jixwe gelek kesên di nava HTŞ’ê de cih digirin berê di nava El Qaîde û di nava DAÎŞ’ê de cihê xwe digirtin. Ev êriş loma li ser kurdan tevan e. Ji ber ku kurdên li Reqa, Dêra Zor û Tebqayê jî ji ber kurd in bi êrişan rû bi rû dimînin. Ev kesên zilmê li kurdan dikin jixwe berê jî li cihên ji aliyê çete û dewleta tirk a dagirker ve hatibûn dagirkirin gelek binpêkirinên mafan kiribûn. Di wê demê de jî dîsa vana mirov dikuştin, malên mirovan wêran dikirin. Ev kesên xwediyê hişmendiya DAÎŞ’ê me dît çawa keziyên jineke şervan jêkirên. Me dît vê zihniyetê çawa şervanên jin ji avahiyan avêtin xwarê. Vana kiryarên nemirovî kirin. Vê zihniyetê heta zarok qetil kirin. Bi cezaneyan lîstin, heta organên cenazeyan derdixistin. Mixabin ev yek li pêş çavên cîhanê pêk hat û cîhan jî bêdeng ma.”
‘Berxwedana Gelê Kurd dewam kir’
Îvana Misto destnîşan kir ku tevî êrişan jî Gelê Kurd li berxwe da û wiha bi dawî kir:”Ruxmî êrişên hovane jî îradeya Gelê Kurd nehat şikandin. Li dijî êrişan berxwedana Gelê Kurd dewam kir. Kurdan seferberî îlan kirin. Gelê Kurd çawa bi rihê têkoşîna bendava Tîşrînê bi ser ketin dîsa bi rihî derketin qadan û helwesta xwe diyar kirin. Gelê Kurd ji 7 salî heta 70 salî di nava liv û tevgerê de bûn. Parastina axa xwe kirin. Heta vê kêliyê jî Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di nava seferberiyê de ne. Li bajarê Kobanê roj bi roj mîtîng û meş tên lidarxistin. Helwesta gel li vir ew e ku dev ji bajarê xwe û destkeftiyên Şoreşa Rojava bernedin. Wê gel heta kêliya dawî destkeftiyên şoreşê biparêze.”







