Aynur Ozak Şahin tehliye bû
- 13:20 10 Sibat 2026
- Rojane
RIHA - Aynur Ozak Şahin, ku hate berdan, bi dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana zindanan" hate pêşwazîkirin.
Aynur Ozak Şahin, ku li zindana Hîlvanê bû, piştî 3 salan girtinê hate berdan. Ji aliyê Komeleya Piştgirî û Alîkariyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), rêxistinên parêzgeh û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevşaredara navçeya Hîlvanê û gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin.
Aynur Ozak Şahin bi dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin, jiyan, azadî" hate pêşwazîkirin. Di axaftina xwe de, Aynur Ozak Şahin diyar kir ku divê hemû girtî werin berdan.
Aynur Ozak Şahin di 19'ê Kanûna 2023'yan de, di çarçoveya doza KCK'ê de hate binçavkirin û girtin.







