ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2025'AN

  • 09:00 15 Cotmeh 2025
  • Rojev
 
*Polîtîkayên şerê taybet û pirsgirêkên li taxên navçeya Rezan tên jiyîn bandorek mezin li ser civakê dike û şaredariyê li dijî vê hîna çareseriyek mayînde pêk neaniye. BI DÎMEN 
 
*Li Amedê Hanim Kaya ku li dijî Gokhan B. yê peyamen tehîdê ji wê û keça wê re şandin mafê xwe yê parastina cehwerî bi kar anî hat girtin. Parêzera Hanim Kaya Dîcle Kanay balkişand ser dijhiqûqiya pêvajoyê û wiha got: “Tu qesta muvekîla min tunebû, bûyer di sînorê parastina rewa de pêk hatiye. Der barê roja bûyerê de ku gumanbar bi kêrê hatiye jî delîl û îfade hene.” DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Karşiyaka ya Îzmîrê Havva Bayram der barê kampanyaya ji bo mafê hêviyê tê meşandin axivî û da zanîn ku gel xwedî lê derdikeve û wiha got: “Em aştiyê bixwazin divê ewil azadiya fîzîkî ya serokatiya me pêk bê.” DÎMEN HEYE
 
*Di rojên borî de rapora ATK’ê ya der barê Rojîn Kabaîş de hat aşkerakirin. Parêzer Îrem Îlhan da zanîn ku di dosyayê de gelek îhmal hene û got: “Dosyaya Rojînê ne dosyayek ji rêzê ye. Testa dewletê ya berpirsyariyê ya li hember mafê jiyana jinan e.” DÎMEN HEYE