Serenay Ulaşan: Kampanya îradeya gotinê ya jinan e

  • 09:05 9 Gulan 2025
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Hevseroka DEM Partî ya Fatîhê Serenay Ulaşan der barê kampanya ‘rêxitinkirînê’ ya jin û ciwanan daye destpêkirin de axivî û got: “Ev kampanya ne tenê banga rêxistibûnê ye di heman demê de îradeya gotinê ya jinan e. Jin hebe veguherîn pêkan e.”
 
Bandora banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Di vî alî de bi navê ‘hevdîtinên aştî û civaka demokratîk’ pêk tên. Di çarçoveya ku bang ji her kesî re bê vegotin xebat didomin. DEM Partî li Stenbolê di vê çarçoveyê de civîn û hevdîtinan didomînin. Bi taybet jin û ciwan ji hevdîtinan re pêşengiyê dikin.
 
Hevseroka DEM Partî ya navçeya Fatîh a Stenbolê Serenay Ulaşan der barê mijarê de axivî.
 
Serenay Ulaşan da zanîn ku wek meclîsa jinan a DEM Partiyê bi kampanyaya dimeşîninin hewl didin jin bibin kirde û got: “Di vê çarçoveyê de em li taxan foruman û serdanên malbatan pêk tînin. Bi banga ‘aştî û civaka demokratîk’ me lez dan xebatên xwe.  Em serdanên malbatan pêk tînin û li taxan foruman pêk tînin. Em bi jinan re tên gel hev. Hefteya borî me serdanên malbatan pêk anîn. Jin kêfxweş dibin. Jinan gotin gotina me ya em bêjin em hene. Ev bi hêvî bû.”
 
Bang ji bo hemû gelan e
 
Serenay Ulaşan got jin li qadên xwe azad hîs dikin xwe hîn bêtir samîmî îfade dikin û got: “Ev jî xwe dispêre têkiliya baweriya navbera jinan de. Banga aştî û civaka demokratîk ne tenê ji bo gelê Kurd bû. Ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn gelek girîng e. Ev bang ji bo hemû gelan bû. Em wek meclîs bi xebata dimeşînin xwe digihînin hemû gelan. Em rol û mîsyona xwe tînin cih û ji gelan re dibêjin ku her kes xwedî gotin e.”
 
‘Jin hebe guherîn pêkan e’
 
Serenay Ulaşan ev tişt vegot: “Em bi jinan re fêr dibin û diguherin. Kampanya em dimeşînin îradeya xwedî gotinê ya jinan e. Her ku em vê mezin bikin wê dengê jinan hîn bêtir derkeve û bibin xwedî gotin. Jin hebe guherîn pêkan e. Em bi vê bawer dikin. Em xwedî li hev derkevin em ê biserkevin. Gel xwedî li banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ derdikeve. Gel bi serokatiya xwe bawer e. Bi partiya xwe bawer e. Dibêjin çi ji destê me bê em dikin. Bi her kesî re hêviyek mezin heye. Pêvajoyê pir baş dişopînin. Kampanya me didome.  Ev kampanya rewşa rêxistibûna hêviyên me ne. Werin em hemû dest bidin hev û bi hev re aştiyê bînin.”