
Xwebûn bi manşeta ‘Her kes berpirsiyarê ziman e’ derket
- 09:41 5 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 281emîn de bi manşeta “Her kes berpirsiyarê ziman e” li ber destê xwînerên xwe ye.
Rojnameya Xwebûnê ku bi awayek dijîtal rojane û çapî heftane weşanê dike di hejmara xwe ya 281emîn de bi rasthatina 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ser rist û misyona ziman a ji bo gelê Kurd rawestiya ye.
Di vê hejmara rojnameyê de Medya Bal, Guher Hesen, Sosin Gulo, Veysel Avci, Mehmet Alî Ertaş, Heval Dilbihar, Adar Jiyan, Felemez Ulug, Hasan Huseyîn Denîz, Medenî Ferho, Ramazan Olçen, Prof. Dr. Abdulîllah Polan, Siyabend Aslan, Zaza Cebelî, Dildarê Amedê, Homayon Ebasî, Ayhan Erkmen û Rohat Bulut ji têkoşîna jinê bigire heta siyaset, çand, wêje, ked, jiyan,û hwd. li ser gelek mijarên ciherêng nivîsandin e.