
'Heta dawiyê em ê li pey ramanên Rêbertî herin'
- 15:20 4 Gulan 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB-Jinên li Helebê diyar kirin ku divê dewleta tirk guh bide banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gavê biavêje. Jinan gotin:"Em ê heya dawiyê li pey ramanên Rêberê xwe bimeşin. Divê dewleta Tirk rêbertiya me azad bike."
Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna aştî û civaka demokratik peyam rêkir lê dewleta Tirk li hember peyamên Abdullah Ocalan ti gav nedaye avêtin û dixwaze pêvajoyê asteng bike da ku aştî neyê pêkanîn. Heya niha jî tecrîd li ser Abdullah Ocalan hatiye berdewam kirin. Komîteya Insiyatîfa Azadiya Rêbertî a Kongra Star bi armanca daxwaza azadiya Abdullah Ocalan meşek orgenîze kir.
Jinên tevli meşê bûn nêrînên xwe anîn ziman.
'Dewleta Tirk azadiya rêbertiya me asteng dike'
Ji aliyê xwe ve bi hêrs jina bi navê Silava Hemdo axaftina xwe ji ajansa me re kir bertek li dijî berdewam kirina tecrîdê nîşan da û wiha got:"Bi navê jinên Helebê em daketina qadan da ku em helwestên xwe bikin yek û banga azadiya rêberê xwe bikin, bila her kes bizanibe ku gelê Kurd daxwazvanên azadiya rêbertiya xwe ne. Ev 26 sal in em banga azadiya rêbertiya xwe dikin her wiha 26 sal in dewleta Tirk azadiya rêbertiya me asteng dike."
'Mafê rêbertiya me ji dest hatiye girtin'
Di dawiya axaftina xwe de Silava Hemdo bi hêrs banga azadkirina rêbertî kir û got:"Rêber Abdullah Ocalan banga aştî û bidawîkirina cengan dike lê tevî vê yekê dewleta Tirk hîn bi israr e ku rêbertî di nava çar dîwaran de bihêle. Dijminên me dixwazin me qir bikin û me bixapînin lê belê wê vê carê ne bi ya wan be wê têkoşîna me li hember wan heya azadiya rêbertî were berdewam kirin. Êdî bes e ewqas sal in mafê rêbertiya me ji dest hatiye girtin."
'Aştiyek bi rengê felsefeya rêbertî'
Di heman demê de Dayika pakrewan Vejîn Elîfe Xelîl jî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan nêrîna xwe bi ajansa me re parve kir û wiha bi lêv kir:"Eger ne ji rêber Abdullah Ocalan be wê azadî û aştiyeke mayinde li cîhanê neyê avakirin. Daxwaza me ew e ku em aştiyek bi rengê felsefeya rêbertî bibînin û bijîn. Em daxwaza şer nakin em silametiyê dixwazin.Temenê me yê mezin wê nebe asteng li ber hemberî têkoşîna me ya ji bona azadiya fîzîkî ya rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan."
'Heta dawiyê em ê li pey ramanên Rêbertî herin'
Herî dawî jî dayika Pakrewan Huner Xedîce Mihemed nêrîna xwe bi ajansa me re parvekir û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir û wiha got:"Ev 26 sal in rêbertiya me li Îmraliyê tê girtin lê belê heya niha em ji pey rêbertiya xwe gavê paşde nakişînin.Tevî ku dewletên komploger azadiya rêbertiya me asteng dikin lê belê em weke dayikên aştiyê her em ê li ser şopa rêbertiya xwe bin, ji ber ku rêbertiya me aştî û azadîxwaz e. Em ê heya dawiyê li pey ramanên Rêberê xwe bimeşin. Divê dewleta Tirk rêbertiya me azad bike."