'Wê konferans bandorê li parçeyên din jî bike'

  • 09:05 3 Gulan 2025
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê, Hêvîn Silêman têkildarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurd diyar kir ku wê ev konferans bandorê li ser parçeyên dinê yên Kurdistanê jî bike û wiha got:"Herî zêde wê ev konferans bandorê li ser yekîtiya di navbera gelên li Sûriyeyê jî bike. Ev gava konferansê gelek di wext û cih de bû."
 
Bi beşdariya nêzîkî 50 partiyên siyasî yên Kurdî ji Rojavayê Kurdistanê, 26'ê Nîsana 2025'an, saet di 10:00'an de Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurd li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Piştre jî encamnameya konferansê hat ragihandin.
 
Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê, Hêvîn Silêman a tevli konferansê bû nirxandin kir. Hêvîn Silêman got:"Ev konferans di heman demê de li dijî kesên dixwazin gelê kurd qir bikin bû bersivek."
 
 
'Wê bandorê li ser parçeyên dinê jî bike'
 
Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê, Hêvîn Silêman têkildarî derbasbûna wê ya nava konferansê nêrîna xwe bi ajansa me re par ve kir û wiha pê de çû:"Di 26'ê Nîsanê li Rojavayê Kurdistanê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hat lidarxistin. Bi amedebûna nûnerên partiyên siyasî ya ji çar perçeyên welêt, ev konferans ji bo gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê rojek dîrokî bû. Ev yek wê bandora xwe li ser parçeyên dinê jî bike."
 
'Ev gav gelek di wext û cih de bû'
 
Hêvîn Silêman qala hin kêliyên konferansê kir û wiha got:"Ev konferans di serî de ji bo tevahî pakrewanên ku di oxira pêkanîna aştî û yekitiyê de canê xwe feda kirine wekî diyarî hat pêşkêşkirin. Her wiha em jî vê yekitiyê diyarî hemû nemirên xwe dikin ji ber wan canê xwe feda kirin. Herî zêde wê ev konferans bandorê li ser yekîtiya di navbera gelên li Sûriyeyê jî bike. Ev gava konferansê gelek di wext û cih de bû."
 
'Ev konferans bû bersivek
 
Hêvîn Silêman behsa şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir û wiha got:"Li ser xaka Rojavayê Kurdistanê jî ji bo pêkanîna şer û fitneya di navbera gelê Kurd û Ereb sîstemên faşîzim ketibûn dewrê lê di roja me ya îro de dema yekitiya gelê Kurd li Rojava tê çêkirin ev jî bi saya têkoşîn û berxwedaniya gel e. Lewma em gelek bi hêvî ne ku di riya vê yekitiyê de wê di serî de têkoşîna hevpar ji bo azadiya Rêbertî derkeve pêş.
 
Her wiha wê Sûriyeyek demokratîk bê avakirin ku tê de mafê hemû gelan bê dayin û di serî de jin bigihêjin mafên xwe û di desturên ji nû de dîzayin kirina Sûriyeyê de jin bibin xwedî par. Ev konferans di heman demê de li dijî kesên dixwazin gelê kurd qir bikin bû bersivek."
 
'Berxwedan jiyan e'
 
Hêvîn Silêman da zanîn ku Gelê Kurd her tim li dijî êrişan li berxwe dide û wiha got:"Tevî ku dijminên gelê kurd her car bi rêbazên cuda êrîşên xwe bi ser gelê Kurd de tînin lê belê li hember wan her carê yên ku sîstem û planên wan têk dibin eynî gelê Kurd bi xwe ne. Her çiqas em têbikoşin û li berxwe bidin ewqas em ê bijîn jî, ji ber ku berxwedan jiyan e. Gelek kes ji welatên cuda tevli vê konferansê bûn û li ser armanc û plansaziyan nîqaş hatin kirin. Dîsa daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin. Ev tiştekî girîng e."
 
'Konferansa li Rojavayê Kurdistanê xwedî girîngiyek cuda bû'
 
Hêvîn Silêman bi lêv kir ku konferansa li Rojavayê Kurdistanê xwedî girîngiyek cuda bû û wiha pê de çû:"Lidarxistina konferansek bi vî awayî ku di wateya xwe de dîrokî ye li Rojavayê Kurdistanê xwedî girîngiyek cuda ye. Ji ber ku Rojava bû warê şoreşa serkeftî. Ev bi pêşengtiya jinan hat avakirin her wiha bû serdema misogerkirina mafê jinan. Di heman demê de ya herî balkêş ew e ku di vê şoreşê de sîstema hevserokatiyê hat pêşxistin. Her wiha ji bo veguhertina rewşa herêma xwe ya di warê siyasî de ji bo başkirina rewşê rola jinan girîng bû. Ev sîstem jî wê di asta Rojavayê Kurdistanê de nemîne wê bandora xwe li ser tevahî Rojhilata Navîn jî bike."
 
'Em deyndarê Rêberê xwe ne'
 
Di dawiya axaftina xwe de Hêvîn Silêman da zanîn ew deyndarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û got:"Îro ya ku hişt em bigihêjin van rojan encama têkoşîna bi salan a Rêbertî ye. Ev yek di nava tevgera azadiya jinê û gelên bindest de bû sedema pêşketinekê. Lewma em deyndarê Rêbertiya xwe ne. Bê guman û teredud wê têkoşîna me heya azadiya Rêbertî were dewamkirin. Bi rizgarkirina Rêbertî em ê serkeftina herî mezin bi dest bixin, serkeftin wê bibe para gelên azadîxwaz."