Parêzer Zozan Vargun: Em ê raporê bidin meclîs û wezareta dadê

  • 09:05 3 Gulan 2025
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Endama OHD’ê parêzer Zozan Vargun ku derbarê derbarê mafê hêviyê û binpêkirinên mafan de nirxandin kir û got: “Em wek OHD û TOHAV’ê wek berdewam xebata ku me der barê mafê hêviyê de meşandie, der barê şert û mercên giran yên li girtîgehan li ser girtiyan, em ê rapora xwe pêşkêşî partiyên meclîsê û wezareta dadê bikin.”
 
 Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin û nîqaşên ‘mafê hêviyê di rojevê de cihê xwe digire. Di 2014’an de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di mijara mafê hêviyê de biryar da ku kesên 25 sal li girtîgehê mane divê ji mafê hêviyê fêdeyê bigirin. Komîteya wezîran a Konseya Ewropayê di civîna 17-19’ê Îlonê de biryarên binpêkirina dîsa xist rojeva xwe û ji bo Tirkiyeyê ku gavên şênber bavêje heta Îlona 2025’an dem da. Lê hînaTirkiyeyê gav neavêtiye.
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê parêzer Zozan Vargun der barê ‘mafê hêviyê’ û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de axivî.
 
Zozan Vargun got Abdullah Ocalan ji roja anîne Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin û ji ber tecrîda giran bi salan parêzer û malbatan jî nikaribû hevdîtinan bikin. Zozan Vargun wiha got: “Piştî girtina Birêz Ocalan di qanûna darvekirinê de guherîn çêbû. Di 2005’an de qanûna darvekirinê hat rakirin û bi vê re rejîma înfaza muebeta giran anîn. Muebeta giran jî tê wateya seranserê jiyanê girtî mayînê. Parêzerên Buroya Hiqûqa Asrin di 2005’an de ji der barê binpêkirina mafê darizandina adîlane ya Abdullah Ocalan de û di 2014’an de jî ji bo tunekirina mafê hêviyê ya Abdullah Ocalan û girtiyên din serlêdan kirin.  DMME’ê der barê vê de Tirkiye mahkum kir û divê Tirkiye li gorî van biryaran tevbigeriya. Lê Tirkiyeyê ji wê rojê de tu biryar nedaye û gav navêtiye.”
 
‘Pergala edaletê li gorî rumeta mirovahiyê pêk nehatiye’
 
Zozan Vargun got dema ku derfetên ‘bi şert berdan’ ji bo girtiyekî neyê afirandin ev tê wateya ku ‘îşkenceyê’ dibîne û got: “Girtiyê cezayê muebetê lê hatibe birîn heman demê de seranserê jiyanê tê tecrîdkirin. Ji bo girtiyên muebetê, vegera li civakê pêk nayê ûtenê tên hiştin. Di biryarên DMME behsa wan dike de divê mafê hêviyê bê nasîn û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî di vê mijarê de biryar dane. Dem ê dide Tirkiyeyê. Pergala edeletê li gorî rumeta mirovahiyê pêk nayê. Divê di vê mijarê de Tirkiye guherînan bike.”
 
Ji bo Tirkiyeyê biryarên komîteyê
 
Zozan Vargun wiha dirêjî dayê: “Di esasa biryarên ku ji bo Tirkiyeyê hatiye dayîn de heta 2025’an de gav neyê avêtin wê komîte der barê Tirkiyeyê de biryarê bide. Çavdêriyên me jî hene ku wê ev biryarên îcraî bin. Ji ber komîte yekem car gavek wis acidî davêje. Di 2004’an de bi rakirina cezayê darvekirinê cezayê muebetê hat. Di 2014’an de bi du biryarên der barê Ocalan de hat xwestin ku mafê hêviyê  bêdayîn û sererastkirin bê kirin.”
 
‘Divê Birêz Ocalan derbasî pozîsyona dikare bijî û bixebite bibe’
 
Zozan Vargun her wiha destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgehan kiriye û got armanca wan ev e ku  ev biryarên DMME’yê pêk bên û di alî hiqûqî de qanûn bê guhertin. Zozan Vargun got divê Abdullah Ocalan derbasî pozîsyoneke dikare bijî û bixebite be.
 
Zozan Vargun wiha dawî lê anî: “Girtîgeh veguherine cihên îşkencexaneyan. Girtî nikarin derman bibin û xwegîhandina mafê tenduristiyê nemaye. Divê raporên girtiyan yên nikarin girtî bimînin li ber çavan bê girtin.   Tevlibûna hemû kesî ya pêvajoya aştiyê girînge. Me wek OHD û TOHAV ji bo mafê hêviyê di 28’ê nîsanê de daxuyanî dan. Xebatên me der barê mijarê de diomin. Em ê raporên xwe bi wezareta dadê û partiyên têkildar yên meclîsê re parve bikn.”