Ji bo Fatma Parîm ya bi guman jiyana xwe ji dest da daxuyanî

  • 19:58 2 Gulan 2025
  • Rojane
MÊRDÎN - Jina bi navê Fatma Parîm bi şikeftên bi navê ‘odeyên şifayê’ de bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Jinan der barê mijarê de daxuyanî dan û diyar kirin ku divê lêpirsîn bên kûrkirin.
 
Di 23’ê Nîsanê de li Turbeya Sultan Şêxmus a navçeya Artuklu ya Mêrdînê, jina bi navê Fatma Parîm ku bi hinceta pirsgirêkên wê yên psîkolojîk hene di şikeftên bi navê ‘odeyên şifayê’ de hatibû bicihkirin bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Piştî vê Platforma Jinan a Şahmaran daxuyaniyek da. Daxuyanî li Parka Karayollari hat dayîn û gelek jin tevli bûn.
 
Endama OHD’ê Parêzer Jiyan Abdulsametoglu daxuyanî xwend û got di otopsiya ewil a Fatma Parîm de rewşek guman nehatiye dîtin û got divê ew jin çawa di şikeftê de hatiye girtin bê lêpirsînkirin û got: “Berê jî mirinên wisa çêbûne lê ji ber bêkontroliyê pirsgirêkên cidî hene. Bi salane jinan bi hincetên ‘dîne’, nexweşe li wan deran tên girtin û bêdengkirin. Fatma Parîm sembola hemû jinên hatine bêdengkirinê ye.Em ne şifayê, pergala ku tundiyê diafirîne qebûl nakin. Em dengê xwe bilind dikin û têkoşînê mezin dikin.”