Zeynep Tuna: Malbatê bi zarokan ve girê bidin rewşa me xerab e

  • 09:02 27 Nîsan 2025
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
WAN - Zeynep Tuna der barê gotinên ku demên dawî de wezareta dadê derbarê têgeha malbatê de kirine axivî û got: “Ger malbat bi zarokan ve bê girêdan wê demê rewşa me xerabe.”
 
Wezareta Dadê 15’ê Nîsanê de ji bo pêşî li sezeryanê bigire ‘Plana Çalakiya Welidîna Normal’ amade kir. Hema piştî wê li navendên tipî sezaryanên plankirî hatin qedexekirin. Ev rêzikname di 19’ê Nîsanê de di rojnameya fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Bertekên li dijî vê pêkanînê didomin.
Herî dawî wezîrê tenduristiyê Kemal Memîşoglu di weşaneke kut evli bû de da zanîn ku malbat girîng e û ger zarok tunebe nikare bibin malbat û tenê dibin hevjîn.
 
Ji Navenda Piştevaniya Jinan a Îzmîrê Zeynep Tuna der barê mijarê de axivî.
 
‘Jin herî zêde nav malbatê de tundiyê dibînin’
 
Zeynep Tuna îlankirina sala malbatê ya ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye kirin bibîr xist û got: “Desthilatdariyê ev sal sal amalbatê îlan kir û divê di vê de baldar be. Ji ber malbat ne tiştekî ku bêyî wêrankirine. Ji lê ya girîng ev e ku çawa lê dinêrin. Ji bom in malat cihê ku mirov xwe lê azad, rehet û ewle hîs dikine. Ev 30 sale di tevgera jinan de me û vê dizanim; cihê ku herî zêde jin lê tundiyê dibînin malbate.”
 
‘Em dikarin ji zarokên bi sezeryanê hatine dinêre bêjin ne normale’
 
Zeynep Tuna gotinên ‘zarokên we tunebin hûn ne malbat in hûn tenê hevjînin’ bibîrxist û got: “Berê ji bo mirov bibin malbat divê kes zewicandîbûna û herî kêm sê zarokên wan hebûna. Li gorî min dê û keça jî bav û kurê xwe jî malbatin. Lê ji dewletê re ne wisa ye. Ger ku malbatê bi zarokan re girê bidin wê demê rewşa me xetereye. Hejmara zarokên em tînin dinê, çawa divê bên dinê, bi normalbûnê yanî vejîna vajînal ferzkirin. Divê li ser van mudaxale tunebin. Bêguman wê kes biryara xwe bidin. Li ser bgedena xwe biryara xwe bidin. Ev mafê xwezayî ye. Em dikarin bêjin zarokên bi sezeryanê hatine dinê ne normalin?”
 
‘Zêde welidîn ji bo tenduristiya jinan zirare’
 
Zeynep Tuna di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Nava gel de dibêjin li ser sezeryanê divê du salan welidîn tunebe. Piştî du sezeryanan dibêjin ya sêyemîn zirare. Lê ji xwe em dibêjin ku j ibo jinekê zêde welidîn li ser tenduristî û bedena jinê bi zirare. Li dijî van pêkanînan yekane tişta divê bê kirin piştevaniye. Divê em rê û rêbazên ku piştevaniyê mezin dikin bibînin.”