Şîrket tevî leşkeran ket gundê Arzoxliyê

  • 12:21 21 Ekim 2026
  • Ekolojî
AMED - Şîrketa ku li gundê Arzoxliyê ya bi ser navçeya Sûrê ve dê projeya GES'ê çêbike bi tevî leşkeran ve ket gund û kepçeyê dest bi kolandinê kir.
 
Şîrketa ku dixwaze li gundê Arzoxlî yê bi ser navçeya Sûrê ya Amedê ve projeya GES'ê çêbike, serê sibê bi gelek leşkeran ve bi ser gund de girt. Li ser vê yekê welatiyan û saziyên sivîl ên civakî bertek nîşan dan û ji bo rawestandina çêkirina GES'ê berê xwe dan gund.
 
Li gel ku rapora ÇED'ê ya vê projeyê bi awayekî neyînî hatiye destnîşankirin jî ev şîrketa taybet hewl dide bi awayek derqanûnî projeya GES'ê çêbike û ji bo pêkanîna projeyê hêza leşkeran bikar tîne.