Têkoşîna debarê: Ez neçarim bixebitim

  • 09:05 3 Hezîran 2026
  • Rojane
Evîn Çîftçî
 
RIHA - Nuray Erez a dayika 6 zarokane ji ber krîza aborî û xizaniyê di her qadê de dixebite û têkoşîna debarê dide wiha got: “Ji ber rewşa aborî ez neçarim biçim her karî bikim. Ji bo hewcedarê kesî nebim çi ji destê min bê dikim. Ji bo jiyanek baş bidin zarokên xwe em dixebitin.”
 
Li Tirkiye û Kurdistanê ji ber krîza aborî û îstîhdama kêm şert û mercên jiyanê ji bo jinan her diçe giran dibin. Gelek jin ji ber xizanî û pirsgisrêka debarê hem karê malê hem jî li derve li erdan, rezan, baxçeyan dixebitin. Jinên ku beşek mezin a rojê bi xebatê derbas dikin, li malê jî hemû karî dikin, li zarokan dinêrin û hewl didin jiyanek baş bidin zarokên xwe.
 
Nuray Erez ya dayika 6 zarokane û li gundê Ulubag a Rihayê dijî têkoşîna ku dide ji ajansa me re vegot.
 
‘6zarokên min hene û neçarim her karî bikim’
 
Nuray Erez da zanîn ku bê navber dixebite û wiha vegot: “Em bê navber dixebitin. Em ji bo debara xwe ji bo hewcedariyên zarokên xwe dixebitin. Em zehmetiyan dikşînin. Debare zehmet bûye.  Hevjînê min dixebite ez jî dixebitim. Min erd çand. Sibehê radibim, zarokan dişînim dibistanê, karê malê dikim û piştre diçim nav erdê xwe. Ji sibehê heta êvarê dixebitim. Ez êvarê diçim malê bêyî bîhna xwe bigirim dîsa dixebitim.”
 
‘Her tişt ji bo zarokên me ye’
 
Nuray Erez di dawiyê de wiha anî ziman: “Ji bo zarokên xwe em têdikoşin. Ji bo jiyanek xweş û aram. Ji ber rewşa aborî neçarim kar bikim. Ji bo em hewcedarê kesî nebin em hewl didin. Çi ji destê me tê em dikin. Barê jinan her tim giran e. Ez li sewalan dinêrim, karê malê karê erdan dikim. Rojên taybet bandor li me nakin. Em her tim dixebitin. Bila xwedê hêzê bide me.”