Saziyên serî li Konseyê dabûn xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin

  • 16:15 11 Îlon 2025
  • Rojane
ENQERE - Saziyên têkildarî “Mafê hêviyê” serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabûn, ji bo di mijara behsa xeberê de sererastkirin werin kirin bang li Tirkiyeyê kirin. Saziyan, got. “Bila hemû hukmên qedexeya berdana bişert digirin nav xwe bên betalkirin.” 
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di civîna xwe ya 15-17’ê Îlonê de mijara “Mafê hêviyê” bigire rojeva xwe. Rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqê yên demek berê agahî bi komîteyê re parve kiribûn, li navenda giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyanî dan. Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Metîn Bakkalci, Serokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ê Enqereyê Mûrat Yilmaz û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Parêzera OHD’î Hulya Yildirim, biryara DMME’yê ya di sala 2014’an a der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Parêzerên birêz Abdullah Ocalan di sala 2003’yan de serlêdan kirin. DMME’yê jî di 18’ê Adara 2014’an de biryara xwe da. Di vê biryarê de, cezayê muebbeta girankirî yê bêyî mafê berdana bişert a birêz Ocalan di çarçoveya mafê hêviyê de nirxand û weke binpêkirina xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) nirxand. Bi vê yekê re cara ewil têkildarî mafê hêviyê, ji bo Tirkiyeyê biryara binpêkirinê hate dayin. Lewma biryareke dîrokî ye.” 
  
Hulya Yildirimê bal kişand ser biryarên di heman çarçoveyê de û got: “Di dosyayên Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de jî DMME’yê biryara binpêkirinê da. Lêbelê li gel ku bi ser re deh sal û nîv derbas bûne jî hêj Tirkiyeyê di vê mijarê de tu sererastkirin di qanûnên xwe de nekiriye. Lewma jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê neçar ma ku têkildarî Tirkiyeyê pêvajoya venêrînê bide destpêkirin.” 
 
Hulya Yildirimê, biryara navberê ya Komîteyê ku di 19’ê Îlona 2024’an de dabû bi bîr xist û wiha domand: “Komîteyê, careke din got divê mekanîzmeyeke ku dem bi dem cezayê muebbeda girankirî jinûve ber çavan derbas dike were avakirin. Di vê mijarê de li Tirkiyeyê tu pêşketin çênebûn lewma Komîteyê fikarên xwe anî ziman û bang kir ku gavên pêwîst tavilê bên cîbicîkirin. Her wiha, têkildarî hikûmxwarên muebbeda girankirî agahiyên berfireh ji Tirkiyeyê xwest. Ev biryar bi aşkerayî nîşan dide ku Tirkiye berpirsyartiyên xwe yên navneteweyî bi cih nayîne.” 
 
Di berdewamê de Hulya Yildirimê anî ziman ku bi ser biryara “Ocalan (2)” û yên der heqê Kaytan, Gurban û Boltan de zêdetirî 10 sal derbas bûn lê hêj jî bi hezaran girtî ji mafê hêviyê bêpar tên hiştin û wiha pê de çû: “Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê di rapora xwe ya 14’ê Tebaxa 2024’an de ragihand ku hêj niha jî li Tirkiyeyê zêdetirî 4 hezar girtiyên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn hene. Ev rejîma cezayê, bi xwe re encamên giran û rûxîner tîne, jiyana mirovan û hêviya girtî û malbatên wan tune dike.” 
 
Hulya Yildirimê bangên Komîteya Li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê jî bi bîr xist û got: “Komîteyê xwest ku Tirkiye qanûna înfazê ya Hejmar 5275 û Qanûna Cezayan a Tirkiyeyê li ber çavan re derbas bike, kesên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn piştî demekê maqûl bên berdan û cezayên wan bên kêmkirin. Lê Tirkiyeyê di tu planeke xwe ya çalakiyê de gavek neavêt. Ev rewş, nîşan dide ku Tirkiye ji teahûda demokrasî û hiqûqê dûr ketiye.” 
 
Hulya Yildirimê wiha domand: “Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 22’yê Cotmeha 2024’an de li Meclisê got ‘Ji bo hikûmxwarê li Îmraliyê dikare li ser mafê hêviyê were nîqaşkirin.’ Li ser vê yekê, Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di 14’ê Gulana 2025’an de ragihand ku dê tu sererastkirinên qanûnî neyên kirin. Ev daxuyanî nîşan dide ku hikûmet naxwaze tu sererastkirinan bike û helwesta wê ya li hemberî biryarên DMME’yê bi aşkerayî raxist berçavan.” 
  
Hulya Yildirimê ev daxwaz rêz kir: “Em ji Komîteya Wezîran daxwaz dikin ku ji bo cîbicîkirina biryarên Ocalan (2), Gurban, Kaytan û Boltan bi awayekî çalak bişopînin. Em dixwazin ku ev dosya bi awayekî rêkûpêk bixin rojevên civînên mafên mirovan. Hewceye tevahiya hukmên di hiqûqa Tirk de berdana bişert qedexe dikin bên rakirin. Em dixwazin dozên koma Gurbanê di çarçoveya prosedura bilezkirî de bimînin. Divê têkildarî hikûmxwarên muebbeda girankirî de ji Tirkiyeyê îstatîstîkên berfireh bên daxwazkirin. Di heman demê de em dixwazin Serokê Komîteyê yan jî Sekreterê Giştî di çarçoveya Rêgezên Demokrasiyê ya Reykjavîkê de ji Tirkiyeyê re danezanê bişînin. Tirkiye, endama Konseya Ewropayê ye, aliyekî PMME’yê û mecbûr e biryarên DMME’yê bicih bîne. Tevî vê jî bi sala ye tu gavek neavêtiye. Bi hezaran kes ji mafê hêviyê bêpar hatine hiştin. Em jî dixwazin ev bêhiqûqî bi dawî bibe û bang li Tirkiyeyê dikin ku tavilê biryarên navneteweyî cîbicî bike.” 
 
Metîn Bakkalci jî anî ziman ku Tirkiye biryarên konseyê bicih nayîne û bi vê yekê re sûc dike. Bakkalci, got: “Jixwe DMME’yê li ser vê bingehê biryara binpêkrinê da. Ev ji bo hemû mirovan derbasdar e.” 
  
Şevîn Kaya a OHD’î, jî got ku cîbicîkirina biryara “mafê hêviyê” ji bo pêvajoyê krîtîk e. 
  
Mûrat Yilmaz jî got ku cezayê muebbeda girankirî li dijî hiqûq û mafên mirovan e, xwest di vê mijarê de di qanûnan de sererastkirin bên kirin. 
 
Huseyîn Kuçukbalaban jî tiştên li girtîgehan tên jiyîn weke “îdama bi demê re hatiye vehêlandin” nirxand û got: “Di vê pêvajoyê de Ocalan yek ji kesên herî krîtîk e, aktorê aştiya Tirkiyeyê ye. Divê şert û mercên wî bên başkirin.” 
 
Saziyên agahî bi Konseyê re parve kiribûn ev in: 
 
* Komeleya Di Înfakizina Cezayê de Civaka Sivîl (CÎSST)
 
* ÇHD
 
* Baroya Amedê 
 
* Baroya Colemêrgê 
 
* Baroya Rihayê
 
* Baroya Wanê
 
* Baroya Şirnexê
 
* ÎHD 
 
* OHD
 
* Weqfa Civak û Lêkolînên Hiqûqî 
 
* TÎHV