Doza destdirêjî û şantajê hat taloqkirin

  • 15:37 10 Gulan 2024
  • Hiqûq
 
ÎDIR - Di danişîna ewil a doza ku derbarê 6 kiryarên li Îdirê destdirêjî û şantajê li zarokê hat kirin de biryara berdewamkirina girtina kiryaran hat dayîn û danişîn taloqî 12’yê hezîranê hat kirin.
 
Yekemîn danişîna doza derbarê 6 kiryarên Ferhat Angay, Onûr Begeç, Vedat Gîden, Boran Yildiz, Mûrat Altûn û Alîcan Begeç ên par li Îdirê destdirêjî û şantajê li zarokekê kiribûn, bi sûcê “Destdirêjiya li hemberî zarokê” hat dîtin. Danişîna ku li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îdirê hat dîtin de, kiryarên girtî, kiryarê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan Ferhat Angay, malbat û parêzerê zarokê amade bûn. Her wiha zarok jî bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. 
Komîsyona Jin û Zarokan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî wek temaşevan tevlî dozê bûn. Her wiha destûr nehat dayîn ku rojnameger û xizmên malbatê tevlî dozê bibin.
 
Ji kiryaran gilî bû
 
Piştî tesbîtkirina nasnameyan derbarê Boran Yildiz de ji ber ku nehatiye girtin, biryara girtinê hat derxistin. Piştre zarok îfade da û derbarê kiryaran de gilî kir û îfadeyên ku li dozgeriyê dabû dubare kir. Kiryarên ku piştre parastina xwe kirin, îfadeyên xwe yên qonaxa ewil a dosyayê dubare kirin û îdia kirin ku wan sûcekî wiha nekiriye. Kiryarên girtî daxwaza berdanê kirin.
 
Birayê zarokê ku wek şahid hat guhdarkirin bûyer bi bîr xist û destnîşan kir ku ji kiryaran gilî ye.
 
Danişîn hat taloqkirin
 
Piştî navberê şandeya dadgehê biryar da ku 3 şahidên nû yên di dosyayê de bên guhdarkirin, kontrola edlî ya Ferhat Angay berdewam bike û girtina 4 kiryaran berdewam bike.
 
Danişîn taloqê 12’ê hezîranê hat kirin.