Li Makedonyayê cara yekem seroka jin hat hilbijartin

  • 16:27 9 Gulan 2024
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartina serokomariyê ya ku li Bakurê Makedonyaya hat lidarxistin de Gordana Siljanovska Davkova ji sedî 64,8’ê dengan wek yekemîn serokomara jin a welêt hat hilbijartin.
 
Di tûra duyemîn a hilbijartinên serokomariyê û hilbijartinên giştî yên duh li Bakurê Makedonyayê hatin kirin de ji sedî 90 zêdetir deng hatin jimartin. Li welatê ku di hilbijartina serokomariyê de bi tevahî milyonek û 814 hezar û 317 hilbijêr û di hilbijartina giştî de jî milyonek û 815 hezar û 350 hilbijêrên qeydkirî hebûn, tevlêbûna hilbijartina serokomariyê ji sedî 47 û beşdarî hilbijartina giştî jî ji sedî 54 bû.
 
Gordana Siljanovska Davkova bi ji sedî 65,03 dengan li pêş e
 
Gordana Siljanovska Davkova ku îtîfaqa bi pêşengiya Rêxistina Şoreşger a Navxweyî ya Makedonya-Yekîtiya Neteweya Demokratîk a Makedonya (VMRO-DPMNE) tê destekkirin, ji sedî 65,03 ê dengan di pêşbirka serokomariyê de cih digire. Serokkomarê niha Stevo Pendarovski yê ku tifaqa bi pêşengiya Yekîtiya Sosyal Demokratên Makedonyayê (SDSM) destek dike, ji sedî 29,30 dengan stend.
 
'Em bi ser ketin'
 
Serokê VMRO-DPMNE Hristijan Mickoskî li avahiya partiyê ya li paytext Skopyayê civîneke çapemeniyê li dar xist. Hristijan Mickoskî diyar kir ku ev encam serkeftineke dîrokî ye û got: "Em bi ser ketin. Makedonya bi ser ket. Serkeftina dîrokî ya gelan bi serket." Hristijan Mickoskî diyar kir ku wan rûpeleke nû ya bi siberoja li ser nirx û hêviyê vekiriye, spasiya hemû welatiyan kir. Piştî civîna çapemeniyê alîgirên VMRO-DPMNE'yê li paytextê li ber avahiya partiyê û li qada Makedonyayê serketina hilbijartinê pîroz kirin.
 
Tê pêşbînîkirin ku bibe yekemîn seroka jin
 
Gordana Siljanovska Davkova ku tê pêşbînîkirin bibe yekem seroka jin a welêt, di sala 1953’an de li Ohrîdê ji dayik bû. Gordana Siljanovska Davkova, ku demekê li Fakulteya Hiqûqê ya zanîngeha dewletê dersên hiqûqa destûrî û sîstema siyasî da, di salên 1992-1994 de endama Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclîsê û wezîra dewletê bû. Gordana Siljanovska Davkova Pispora Hilbijartinê ya Neteweyên Yekbûyî, Cîgira Serokê Koma Pisporên Rêveberiyên Herêmî yên Konseya Ewropayê û Endama Komîsyona Venedîkê bû.
 
Gordana Siljanovska Davkova ku di hilbijartinên serokomariyê yên sala 2019’an da jî bû berendam, di tûra duyemîn da têk çû. Siljanovska Davkova ji sala 2020’an vir ve di Meclisa Makedonya Bakur de wekîltiyê dikir.