Li dijî êrişan li Ewropayê bi hezaran kes herikîn qadan
- 00:35 27 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Ewropayê, Kurd û dostên wan ji bo protestokirina êrişên li ser Rojava daketin qadan. Bi hezaran kes bi mitîng û meşan bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku berpirsyariyê bigrin.
Di çalakiyên li gelek bajarên Ewropayê de, bi hezaran kes êriş û komkujiyên li ser Rojava bi hêrs şermezar kirin. Di mitîngên ku bi tevlîbûna rêxistinên Kurd û dostên wan ên navneteweyî pêk hatin de, peyamên piştevaniyê hatin dayîn û êrîş protesto kirin. Di çalakiyan de peyamên piştevaniyê ji bo berxwedana di pêşengiya jinên Kurd de hate dayîn.
Hamburg
Kurdistanî û dostên wan, li bajarê Hamburg ê Almanyayê, ji bo protestokirina êrişên li ser Rojava li pêşiya avahiya Partiya Demokratên Sosyal a Hamburgê (SDP) mitîng hate lidarxistin.
Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Hamburgê (DKHM) pêk hat û Meclîsa Gel a Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên Elman, rêxistinên jinan ên çep û sosyalîst û gelek Kurdistanî tevlî bûn. Tevî alên TEV-DEM û Kurdistanê, pankartên ku balê dikşînin ser komkujiyên çeteyên HTŞ’ê hatin hilgirtin. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên Kurdistan û şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Li ser navê YJK-E’yê Hediye Bakrak axivî. Hediye Bakrak diyar kir ku di pêvajoya dawî de li ser Rojava, hişmendiya neteweyî ya Kurd û Rêber Apo tê hedefgirtin û wiha got, “Paradîgmaya Rêber Apo wê hemû êrîşan têk bibe. Em ê ji bo çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe bidin. Bila kes bêhêvî nebe. Em ê li hemberî terorîzma HTŞ-Tirk çok nedeynin. Em ê bêdengiya navneteweyî bi çalakiyan xira bikin. Divê her kes bi ruhê seferberiyê bêyî navber li ber xwe bide.”
Piştî axaftina Hediye Bakrak, bi hezaran kes ji avahiya SDP’ê ber bi Gansemarktê meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Gelê Kurd Yek e” hatin berzkirin. Çalakî bi dirûşme û sirûdên berxwedanê bi dawî bû.
Ticino
Li kantona Ticino yê Swîsreyê, protestoyên êrîşên çeteyên HTŞ-DAIŞ’ê yên li ser Rojava, berdewam dikin. Îro bi pêşengiya Komuna Jinan a Ticino û Komîteya Jineolijiyê ya Swîsreyê, li pêşiya televîzyona RSI ku bi Îtalî weşanê dike, çalakî hate lidarxistin. Gelek kes û welatî tevlî çalakiyê bûn û dirûşmeyên, “Jin, jiyan, Azadî”, “Terorîst Colanî”, “Bijî YPG, Bijî YPJ”, “Viva Rojava, Viva Kurdistan” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
Kopenhag
Kurdistanî û dostên wan îro di saet 15:00’an de, ji bo protestokirina komkujiyên zarokan a li Rojava, li pêşiya Balyozxaneya DYA’yê Kopenhagê mitîngek li dar xistin. Bi hezaran kes tevlî mitîngê bûn û beşdaran zarokên xwe jî neşandin dibîstanê û wan jî bi xwe re anîn mitîngê.
Partiya SF û Enhedlisten jî tevlî mitîngê bûn. Partiyan diyarkirin ku ewê êdî tenê piştgirî nedin çalakiyên Rojava, her wiha di koordîsnasyona çalakiyan de cih bigirin û tevî girseyên xwe beşdar bibin. Di danezana hatî xwendin de, hate destnîşankirin ku DYA’yê Colanî û HTŞ’ê anî ser desthilatdariya Sûriyeyê. Beşdaran diyarkirin ku HTŞ û DAIŞ’ê xwedî heman zîhniyet û kiryarên qirker in. Her wiha hate gotin ku DYA’yê bi vê nêzîkatiya xwe bûye hevkarê sûcê qirkirinê ya li dijî Kurdan. Di tevahiya mitîngê de dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava!”, “Bijî YPG!”, “Bijî YPJ!”, “Bakûr, Başur, Rojhilat, Rojava, Kurdîstan Yeke!”, “Solidarite Rojava!”, “Şer bike Amerîka!”, “Free Rojava!” hatin berzkirin.
Cinêv
Li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê, li dijî êrîşên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanên çalakî hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê li hev civiyan û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku berpirsyariyê bigrin. Çalakvanan gelek caran dirûşmeyên, “Gelê Kurd yek e” û “Bijî Berxwedana Rojava” berzkirin.
Di çalakiyê de axaftina ewil ji aliyê Latcheen Maslamani ve hate kirin. Di metna çapemeniyê ya Fransî de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanmê sûcê mirovahiyê ye û di serî de Fransa bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku dawî li vê bêdengiyê bînin. Piştre, dostê Kurdan enternasyonalîst Baban Eliassî berxwedana Rojava silav kir û peyama piştevaniyê da.
Helsinki
Îro jî Kurdên li paytexta Fînlandiya Helsînkî, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta ên li ser Rojava daketin qadan û banga xwedîderketina li destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê kirin. Çalakî ji aliyê rêxistina RiseUp4 Rojava ve hat organîzekirin û gele Kurdistanê û dostên wan tevlî bûn.
Çalakî li ber Dêra spî ya bajêr destpê kir û bi meş heya ber Komîsyona Ewrupa dewam kir. Li wir daxuyanî hatin dayîn. Her wiha çendîn performans hatin nîşandan û berdewam dirûşmeyên piştgiriya berxwedana Rojava li dijî çeteyên Tirkan hatin berzkirin.
Strasbourg
Li Strasbourgê, ku yek ji wan bajaran e ku tê de biryara çalakiyên bêdem li dijî êrişên û komkujiyê yên dewleta Tirk û çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê hatibû girtin, gelê Kurd îro jî li qadan bû. Beşdarên ku li Place Kléberê hatin cem hev, êrişên li ser Rojava protesto kirin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku bi hestiyar bin.
Di dema çalakiyê de sloganên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî yekîtiya gelê Kurd”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Rojava rûmet e” hatin berzkirin. Di axaftinan de êrişên dewleta Tirk û çeteyên HTŞ-DAIŞ’ê yên li ser sivîlan hatin teşhîrkirin; her wiha bal hate kişandin ser polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd û girîngiya dîrokî ya têkoşîna yekgirtî ya Kurdan.
Kiel
Li bajarê Kiel ê Almanyayê, ji bo protestokirina êriş û komkujiyên li Rojava çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Kurdên li Kielê dijîn û dostên wan li ber Stasyona Trenê ya Navendî (HBF) hatin cem hev. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku gelên li her çar parçeyên Kurdistanê di nav yekîtiyê de ne û divê li dijî hewildanên fitne û cudaxwaziyê yên di navbera Kurdan de helwest bê nîşandan.
Luzern
Li bajarê Luzern ê Swîsreyê, li ber parlamentoya kantonê bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û dostên wan çalakiyeke piştgiriyê ji bo Rojava hat li dar xistin. Di çalakiyê de hat gotin ku xwedîderketina li şoreşa Rojava, xwedîderketina li azadiya jinê, demokrasiyê û jiyana hevpar a gelan e.
Li ser navê girseyê, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ya Luzernê, Ercan Guneş, li ser navê PYDˊê yê Swîsreyê Elî Omer axaftin hat kirin. Di axaftinan de êriş hatin şermezarkirin û piştevaniya Rojava û şervanên wê hat kirin.
Çalakî bi daxuyaniyên saziyan, slogan û bangên piştgiriyê bi dawî bû.







