'Em ê heta dawiyê parastina ax û welatê xwe bikin'
- 15:14 26 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Jinan a Kantona Firatê daxuyani da ku ew ê li hember êrşên li ser Rojavayê Kurdistanê li ber xwe bidin.
Êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser Rojavayê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Desteya Jinan a Kantona Firatê li hember daxuyaniyek li Qada Jina Azad a Kobanê bi amadebûna bi dehan da. Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Cûrî Temî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de îşaret bi dorpêça li ser Kobanê hate kirin û hate gotin: “Ev deh roj e li pey hev bajarê Kobanê rastî dorpêçeke leşkerî ya berfireh tê ku şert û mercên mirovî yên pir xirab û gelek binpêkirin li dijî sivîlan, zarok û jinan pêk tinîn. Bi sedan malbat reviyane bajêr ku hin ji wan li derve radizên.”
Di dewamê de hate gotin: “Bajar di bin dorpêçê de dijî ku ev yek bûye sedema qutkirina rêyên sereke û astengkirina xizmetguzariyên elektrîk û avê, her weha rawestandina hin xizmetguzariyên girîng li nexweşxaneyan. Ev yek bi kêmbûna pêdiviyên bingehîn, derman, oksijîn û şîrê zarokan, bêîstîqrariya xizmetguzariyên elektrîk, av, mazot û înternetê ve jî girantir dibe. Rewş her ku diçe xirabtir dibe. Tevî şert û mercên dijwar û êşa gel, komên girêdayî hikumeta demkî sivîlan topbaran dikin. Duh bi şev gundê Qasimiyê hat topbarankirin û gelek zorakan jiyana xwa ji dest da.
Îro di heman demê de salvegera rizgarkirina Kobanê ye ku jinan di têkoşîn û berxwedanê de roleke girîng lîst.”
Di dawiya daxuyaniyê de jî hate gotin: “Em wek Desteya Jinan a Kantona Firatê bi tundî hemû cureyên bombebaran û dorpêçkirinê yên ku sivîl, zarok û jinan hedef digirin, red dikin. Em banga parastina gelê xwe, rêzgirtina li rûmeta mirovan dikin. Her wiha em ji civata navneteweyî destwerdana yekser dixwazin da ku kuştin û dorpêçê rawestînin.
Em ê heta dawiyê parastina ax û welatê xwe bikin û parastina jin û zarokan bikin.”







