HRANA’yê rapora derbarê çalakiyên li Îranê eşkere kir
- 16:35 26 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA’yê ragihand ku di 29 rojên çalakiyên protestoyî yên Îranê de 77 jê zarok bi giştî 5 hezar û 520 çalakvanan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha got ku hewldan hene ku aqûbeta 17 hezar û 91 kesan jî were zelalkirin.
Ajansa Mafên Mirovan (HRANA), rapora xwe ya têkildarî 29 rojên çalakiyên li Îran û rojhilatê Kurdistanê aşkera kir. HRANA'yê, da zanîn ku li gorî agahiyên wan piştrast kirine; di çalakiyan de heta niha 77 jê zarok bi giştî 5 hezar û 520 çalakvan hatine kuştin. Hat gotin ku agahiyên mirinê yên 17 hezar û 91 kesan jî li benda piştrastkirinê ne. Hat gotin ku 7 hezar û 804 kes jî birîndar bûne. Di raporê de hate destnîşankirin ku bi giştî 41 hezar û 283 kes hatine girtin û zêdetirî 240 kes jî bi darê zorê îfadeya wan hatiye girtin û bi rêya kanalên rejîmê ve hatine parvekirin.
Bi domdarî di raporê de hate gotin ku 11 hezar û 23 kesên der heqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin bangî îfadeyê hatine kirin. Hat gotin ku 31 eyalet û 197 bajar jî di nav de çalakî niha bi giştî li 645 herêman berdewam in. Di raporê de wiha hte gotin: “Polîtîkayên kontrolkirina ragihandinê, girtinên hêj didomin û pevçûnên bi hêzên ewlekariyê re, bi taybet jî birîndarkirina çalakvanan a ji çav û cihên cuda yên bedena wan, zexta li ser xebatkarên tenduristiyê ya roj bi roj giran dibe û daxuyaniyên tije gef ên rayedarên daraz û hikûmetê çendek rojevên din ê derketin pêş in.”







