500 şitlên dara berûyê bi destê jinan hatin çandin

  • 16:52 27 Cotmeh 2025
  • Ekolojî
 
WAN – Di çarçoveya "Projeya Daristana Jinan" a Komîsyona Jinan a Şaredariya Rêya Armûşê de, 500 şitlên darên berûyê ji aliyê jinan ve hatin çandin.
 
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, jin ji bo xurtkirina têkiliya xwe bi xwezayê re hatin cem hev. Li zeviya ku aîdê şaredariyê yê 8,700 metreçargoşeyî li herêma Bostaniçi TOKÎ ji aliyê jinan ve 500 şitlên darên berûya hatin çandin.
 
Hevşaredara  Rêya Armûşê Canan Uzunay, Hevseroka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Leyla Çelik, endamên meclîsa jin û xebatkarên şaredariyê beşdarî çalakiya çandina daran bûn.
 
Xebatê têkiliya xurt a jinan bi xwezayê, ax û jiyanê re destnîşan kir. Jinan şitl bi dirûşmên "Yek berû, hezar hêvî, bi destên jinan" û "Jin, jiyan, azadî" çandin û avdana yekem a şitlan kirin.