Ji girtiyên Rojhilat û Îranê daxuyanî: Rê li darvekirinan bigirin

  • 14:18 2 Îlon 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwestin demek ji yadin zûtir cezayê darvekirinê yê Werîşe, Pexşan û Şerîfe bên hilweşandin û bang li her kesê kirin ku dijî darvekirinan xwedî helwest bin.
 
Nerazîbûna dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo girtiyên siyasî Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî herku diçe zêde dibe. Divê çarçoveyê de 44 girtiyên siyasî yên girtîgehên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dijî erêkirina cezayê her 3 jinan daxuyaniyek belavkirin.
 
Girtiyan di daxuyaniya xwe de diyarkirin ku rejîma Îranê ji bo rê li nerazîbûna giştî bigire û ji bo bêdengkirin û tirsandina civakê, cezayên giran li mirovan dibire û hate gotin; “Li gorî Danezana Mafê Mirovan cezayê darvekirinê hatiye mehkumkirin. Em bang li rêxistinên navneteweyî û azadîxwazan dikin ku ji bo rê li darvekirinan bigirin, xwedî helwest bin.”
 
Hêjayî bibîrxistinê ye roja 16’ê Tebaxa îsal de cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî ya li girtîgeha Lakan a bajarê Reşt ji aliyê Şaxa 39 a dadgeha bilind ya Îranê ve bi temamî hat erêkirin. Her wiha roja 8’ê Çileya 2025’an ji aliyê dadgeha bilind ya Îranê ve cezayê Pexşan Ezîzî û roja 10’ê Mijdara 2024’an ve jî cezayê darvekirinê yê Werîşe Muradî bi temamî hatine erêkirin. Ji ber vê çendê metirsiya bicihanîna cezayê darvekirinê li ser her sê girtiyên siyasî heye.