Helbestvanan li Qamişloyê çalakiyeke hunerî li dar xist

  • 15:05 9 Gulan 2024
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Parka Xwendinê ya Qamişloyê helbestvanan çalakiyeke hunerî li dar xist.
 
Helbestvan Mihemed Ebdulezîz û Anahîta Sîno tev li çalakiyê bûn ku duh li Qamişloyê hate lidarxistin. Helbestvanan di helbestên xwe de hestên Kurdan ên li hember dagirkeriyê û koçberkirinê rave kirin.
 
Di çalakiyê de ku li Parka Xwendinê li dar ketiye, helbestvan Melevan Resûl jî dîwana xwe ya bi navê Pîdar îmze kir.
 
Helbestvan Mihemed Ebdulezîz ê bi navê Fener tê naskirin, sala 1975'an li Dêrikê ji dayik bûye. Ji ber nexweşiyekê, zirar li dîtina wî bûye. Ruxmî ku Efrîn bi çavê xwe nedîtiye jî helbesta wî ya bi navê “Berxwedana Serdemê” hezkirina wî ya Efrînê nîşan dide.
 
Fener beriya ku helbesta xwe bixwîne, wiha axivî: "Min xwest bi rêya helbesta xwe, destana lehengiyê ya keç û xortên Efrînê ya di 58 rojan de vebêjim.”
 
Helbestvan Anahîta Sîno jî ku ji Serêkaniyê ye, di helbesta xwe ya li ser welat de, Kurdistan wek “kaniya şaristaniyê û bihûştê” wesifand û cih da siyasetên dewleta tirk ku li Serêkaniyê meşandiye.