Zarokê di qezaya asansorê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

  • 21:21 1 Ekim 2026
  • Rojane
ÇEWLÎG – Zarokê bi navê Abdulkerîm Demîr ê li navçeya Bongîlan a Çewlîkê di qezaya asansora di xwaringeha pansiyona lîseyekê de birîndar bû, li nexweşxaneya ku 9 roj bû dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Bongîlan a Çewlîkê di 23’ê îlonê de zarokê bi navê Abdulkerîm Demîr ê 15 salî di qezaya asansorê ya di xwaringeha pansiyona lîseyekê de birîndar bibû.
 
Piştî mudaxaleya ewil Abdulkerîm Demîr rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîkê û piştre sewqê Nexweşxaneya Bajar a Fethî Sekîn hat kirin. Abdulkarîm Demîr piştî dermankirina 9 rojan şûnde jiyana xwe ji dest da.
 
Cenazeya Abdulkerîm Demîr ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.
 
Der barê bûyerê de lêpirsîna hatibû destpêkirin didome.