Şahida Komkujiya 10 Cotmehê: Gelo aştî bêyî rûbirûbûnê mumkun e

  • 09:03 7 Ekim 2025
  • Rojane
ENQERE - Di salvegera 10'emîn a Komkujiya Garê ya 10'ê Cotmehê de, Elîf Ozdemîr a ku ligel keça xwe bi birîndarî ji komkujiyê rizgar bû got,, "Gelo aştî bêyî rûbirûbûna bi komkujiyan re mimkun e?"
 
Di 10'ê Cotmeha 2015'an de, bi hezaran kes ji Tirkiye û Kurdistanê li ber Îstasyona Trenê ya Enqerê ji bo "Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê" li ser vexwendina sendîkayên cûrbecûr kom bûn, da ku pevçûnên li Kurdistan û Tirkiyeyê zêde dibin bi dawî bikin û daxwaza aştiyê li hember şer mezin kirin. Di mîtîngê de, di encama êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.
 
Di salvegera 10'emîn a Komkujiya Gara Trenê de, Elîf Ozdemîr ku ligel keça xwe di mîtîngê de cih girtibû û bi birîdarî ji komkujiyê rizgar bû, serpêhatiya xwe ya wê rojê parve kir.
 
'Demek bû ku aştî wek nan û avê pêwîst bû'
 
Elîf Ozdemîr, ku diyar kir ew bi keça xwe re çûye mîtîngê da ku daxwazên xwe yên ji bo aştiyê bîne ziman, got, "Em hewce bû ku banga aştiyê bikin. Tiştê ku li bajarên Kurdistanê  diqewimî li bajarên mezin vedida. Aştî bi rastî jî daxwazek jiyanî bû û li her derê daxwaza gel a ji bo aştiyê hebû. Ji ber vê yekê mîtîng hate lidarxistin. Em çûn mîtîngê da ku vê daxwazê ??bikin. Her tişt gihîştibû wê astê ku aştî wek nan û avê pêwîst bû.  Ji ber vê yekê ev mîtîng pir qerebalix û bi coş bû. Ew mîtîngek qanûnî bû û daxwaz zelal û bê guman bûn. Her tişt pir baş diçû."
 
'Tedbîrên ewlehiyê tunebûn'
 
Elîf Ozdemir, nebûna ewlehiyê dema ku ketine qadê bi bîr xist û got, "Ez bi keça xwe û hevalek xwe re çûm qadê. Keça min 16 salî bû û dema ku em ketin qadê, min polîs nedît û vê yekê min tirsand. Ez bi salan e diçim her çalakî û mîtîngê.  Nebûna polîsan li wir min matmayî hişt. Me berê komkujiya Pirsûsê dîtibû. Dema ku em hîn jî ji ber windakirina ciwanan xemgîn bûn, dîtina hawîrdorek wusa li vê herêmê hişt ku ez bipirsim, 'Çi dibe?' Mirov bi coşeke mezin bûn; kesên hev nas nedikirin dikeniyan û silav li hev dikirin. Coşeke bêhempa hebû, qad mîna qadeke cejnê bû. Coş zêde bû, lê min di heman demê de hestek nerehetiyê jî ji ber nebûna negiritna ewlehiyê hîs kir."
 
'Piştî komkujiyê,gaza îsotê hat bikaranîn û polîsan ambulans asteng kirin'
 
Elîf Ozdemîr ku got bombe di dema ku girseya ji bo mîtîngê kom bûbû meş li dar dixist teqiyan, serpêhatiya xwe wiha vegot: "Piştî demeke kurt şûnda, bombe teqiyan. Ew yek li dû yekê teqiyan. Hevalek min ji Îzmîrê hatibû û me nû hevdu dîtibû. Hîn sê an çar deqe derbas nebibûn. Min hevala xwe ji nava wê qelebalixiyê hilda, ew hembêz kir û min xwest ku heta kortej bên avakirin em çayek vexwin, lê me ji bo vê yekê jî wext nedît. Keça min û hevala min ketin erdê û ez tenê li wir rawestiyam… Her tişt cemidî… Min ew dema ketin dîtin.  Ez jî ji gewriya xwe birîndar bûm. Pêdivî bû ku ez  tevbigerim, lê min nekarî. Min dest bi bihîstina dengan kir ku digotin, 'Bombeya sêyemîn, bombeya sêyemîn!' Tam wê gavê, polîs hatin û dest bi avêtina gaza îsotê kirin.
 
Şahiya aştiyê veguherî komkujiyekê
 
Her kes ketibû erdê… Her kes birîndar bû; li her derê xwîn hebû. Gaza îsotê jî dihat bikaranîn û hev dîtin ne mumkin bû. Wan em xeniqandin. Dibû ku gelek kes li wir nemiribûna, lê ez bawer im ku gelek ji wan ji gaza îsotê ku hat bikaranîn jiyana xwe ji dest dan. Rewşa wan xirabtir bû. Gelek kesên ku li wir birîndar bûn û ji sergêjiya xwe xilas nebûn, ji ber gaza îsotê mirin. Ew şahiya aştiyê veguherî komkujiyekê. Nehiştin ambulans bikevin hundirê qadê, nehiştin birîndar alîkariyê bistînin. Min got, 'Em ê li vir bimirin.' Ez bi qasî 28 deqeyan li qadê mam. Min dixwest ku ew kesên ku hîn jî li erdê dirêjkirî bûn bigihîjin nexweşxaneyê, lê qad pir tevlihev bû. Hin kes diqîriyan, 'Ambûlans,' lê destûr nedidan ambulans bikevin qadê. Polîsan li ber ambulansan barîkat danîbûn. Ji ber ku min qet li qadê hişê xwe winda nekir, min her tişt dît. Min heta ku ji destê min dihat li ber xwe da û eger ez neçûbama nexweşxaneyê, ez ê jî li wir bimirama."
 
Berpirsiyarên Komkujiyê
 
Elîf Ozdemîr, di derbarê pêvajoya lêgerîna edaletê de, destnîşan kir ku kesên ku di komkujiyê de birîndar bûne li dadgehê wekî sûcdar hatine dîtin û ev tişt got, "Rastiya ku serokwezîr piştî komkujiya 10'ê Cotmehê derket û got, 'Dengên me zêde bûne', hevkariya wî û zanîna wî ya rewşê nîşan dide. Wan terorîstên xwînxwar ên mîna DAIŞ'ê li Tirkiyeyê wekî generalan pêşwazî kirin. Doza me dest pê kir, lê qet baş dest pê nekir. Me hêvî dikir ku daraz ji hember tiştê ku em jiyane rawest, lê muameleya wan tirsnak bû. Dema ku me îfadeyên xwe didan, dadger me şermezar kir û rêz ji axaftinên malbatan re negirt. Wan got 'hun temaşevan in û em wekî şahidê bûyerê qebûl nekirin. Her wiha divê  were zanîn ku wan bi kesên ku ew anîn pêşberî me yên wekî endamên DAIŞ'ê re têkiliyên baştir danîn. Di dema axaftina wan de tu mudaxele tune bû, lê di dema axaftina me de mudaxele hebû. Li gel daxwaza me tu kes nehat darizandin û îfadeyên wan jî nehatin girtin."
 
'Ma aştî bêyî rûbirûbûna komkujiyan mimkun e?'
 
Elîf Ozdemîr, diyar kir ku komkujiyên li Tirkiyeyê bi 10'ê Cotmehê ve sînordar nînin û wiha domand: "Divê dewlet pêşî bi Komkujiya Pirsûsê re rûbirû bê. Piştre divê bi Komkujiya Gara Trenê ya 10'ê Cotmehê û komkujiyên ku di civakê de hatine kirin re rûbirû bê. Qezayên kar, erdhej çêbûne,û gelo aştî bêyî rûbirûbûna komkujiyan pêakn e? Aştî tiştek e ku fedakariya hevbeş hewce dike. Pêvajoyek aştiyê dikare bi tawîzên hevbeş were meşandin û em dikarin aştiyê biceribînin. Lê tiştê ku em di vê pêvajoyê de dibînin ev e ku dewletê tu gav neavêtiye. Tenê peyva 'aştî' ji hêla hikûmetê ve tê bikaranîn. Îro, em li ser pêvajoyek aştiyê diaxivin ku tê de girtiyên nexweş jî ku rojên wan wekî rojên mirinê têne hesibandin, nayên berdan û di vî warî de tu gav nayên avêtin. Ji ber vê yekê ji min re samîmî xuya nake. Aştî ne tiştek e ku di telekla hikumetê debe, ew tiştek e ku divê were jiyîn. Ew nikarin bi awayekî kêfî fermanek ferz bikin ku heke em aştiyê bixwazin, em ê bidin we û heke nexwazin, em ê nedin.
 
Aştîyek yekalî ne pêkan e
 
Ji ber ku ew behsa aştiyê dikin, pêdivî bi danûstandin û gavan heye. Ez nabînim ku dewlet gavên samîmî divavêje. Aştî pêwîstiyek jiyanê ye, mîna nan û avê. Wekhevî, ji bo heywanan, ji bo civakê, ji bo xwezayê, ji bo her kesî, ji  karkeran bigire heta cotkaran, girîng e. Aştîyek yekalî çênabe. Dema ku hikûmet gavên berbiçav bavêje, ez ê pêvajoya aştiyê wekî ku dest pê kiriye bihesibînim. Ew jî hewceyê aştiyê ne; rojekê, ew ê jî hewceyê wê bin. Ew jixwe terora dewletê li ser me dimeşînin. Ez nafikirim ku li vir gavên berbiçav werin avêtin heta ku ew kesên ku bi rastî berpirsiyar in li dadgehê neyên darizandin. Yên ku bi rastî berpirsiyar in hene; ev komkujiyek e ku ji hêla dewletê ve hatiye kirin. Em nizanin ka ew kesên ku gaza îsotê û gule avêtine bi rastî li ser me gulebaran kirine kî ne. Ez nafikirim ku heta ku ew kesên ku van kiryaran kirine neyên darizandin wê aştî ne mumkun be."