ROJEVA 6'Ê GULANA 2025'AN 2025-05-06 09:00:00   * Pakîze Sînemîllîoglu der barê serdanên malbatan ên ku piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ hatine destpêkirin de axivî û got: “Di serdanan de em baweriya bi aştiyê, xurtbûna banga Birêz Ocalan dibînin. Li her derê hêviya gelê me hebû; Gel dixwaze demildest aştî pêk bê.” BI DÎMEN    *Mahsûme Şedal a li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtiye, derbarê pirtûka xwe ya helbestan a bi navê "Dara ku çûkên xwe winda kir" de bersiv da pirsên me. Mahsume Şedal di nameya ku şand de diyar kir ku hilberîna li girtîgehê parçeyek ji têkoşînê ye.   *Jinan der barê pirsgirêka tiryakê ya ku bi polîtîkayên şerê taybet re roj bi roj zêde dibe, diyar kirin ku ev pirsgirêk pirsgirêka sîstemê ye û gotin, 'Dewlet jixwe dixwaze zarokên me bikevin vê rêyê.' DÎMEN HEYE   *Ferîde Eralp, ku wekî nifşa duyemîn a têkoşîna aştiyê endama "Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye" ye, got, "Em wekî jinên ku dixwazin daxwaza aştiyê birêxistin bikin û civakî bikin hatin cem hev. Divê em bi hev re li dijî pergala şer a ku jiyana me hemûyan bêqîmet dike şer bikin. Ez nafikirim ku em xwedî wê luksê ne ku pirsgirêkekan li dû xwe bihêlin." DÎMEN HEYE   *Cîgira Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Elî serkeftina berxwedana Tişrînê nirxand û got, "Îro dîrokeke berxwedanê heye ku ji aliyê her kesê ku berê xwe daye wî alî ve hatiye nivîsandin. Ev dîrok bi xwîna gelan hatiye nivîsandin."