DFG: Bila mafê azadiya çapemeniyê bê parastin

  • 12:18 4 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - DFG'ê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Tîrmehê aşkere kir. DFG'ê diyar kir ku li Tirkiyeyê zextên li ser azadiya çapemeniyê bi gelek rêbazan pêş ketine û da zanîn ku 12 rojnameger hatine binçavkrin. DFGê xwest ku mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin.
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Tîrmehê eşkere kir. DFGê diyar kir ku li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê zextên li ser azadiya çapemeniyê bi gelek rêbazan bi pêş ketine û destnîşan kir ku li ser rojnamegeriya Kurdî jî zext bi rêk û pêk didomin. DFGê da zanîn ku di meha Tîrmehê de 12 rojnameger hatine binçavkirin û ji van 2 hatine girtin.
 
Li dijî azadiya çapemeniyê zext bi rêbazên cuda pêş ketin
 
DFG'ê diyar kir ku di meha Tîrmehê de jî li Tirkiyeyê zext û tundiya li ser azadiya ramanê û çapemeniyê zêde bûn û wiha got: “Rojnameger ji ber parvekirinên medya dijîtal, nûçeyên ku çêkirine û xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatin binçavkirin, girtin û gef li wan hatin xwarin. Dîsa ji ber xebatên xwe hatin darizandin. Bi taybetî beriya Zîrveya NATOyê operasyon pêk hatin. Dema rojnamegeran ev operasyon dişopandin, hatin astengkirin. Medyayên dijîtal hatin astengkirin. Li dijî azadiya çapemeniyê zext bi rêbazên cuda pêş ketin.”
 
12 rojnameger hatin binçavkirin
 
DFG'ê da zanîn ku di Tîrmehê de, 12 rojnameger hatin binçavkirin û wiha domand: “Di nava wan de nûçegîhana rojnameya Cumhuriyetê Gulnur Saydam, rojnameger Fatma Sibel Gurcihan, Edîtora T24ê Buse Sogutlu, Edîtora Odatv Ceren Erdogdu, Nûçegîhanê Niha+ Abbas Vural, Midura Karên Nivîsan a Berê ya Azadîya Welat Berfin Ay, Rojnameger Hazar Dost, Nûçegîhanê BîrGunê Kayhan Ayhan, Nûçegîhanê DW'yê Alîcan Uludag, rojnameger Alî Taş, Fermandar Kardaş û Cem Kuçuk hatin binçavkirin. Balkêş bû rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê yên nûçe, parvekirinên medya dijîtal hatin binçavkirin. Di nava 12 rojnamegeran de Fatma Sîbel Gurcîhan û Cem Kuçuk hatin girtin.”
 
DFGê di berdewama raporê de ev agahî parve kirin: “Tişta di Tîrmehê de balkêş bû, operasyonên beriya Zîrveya NATO ya li Enqereyê ku di 7-8ê Tîrmehê de pêk hatin, bû. Di van operasyonan de Edîtora Nûçeyan a T24an Buse Sogutlu, Edîtora Odatv Ceren Erdogdu û Nûçegîhanê Niha+ Abbas Vural hatin binçavkirin. Di heman demê de rojnameger Hazar Dost jî hat binçavkirin. Di bin çavan de tundî li Hazar Dostê hate kirin.
 
Rasterast mudaxileya mafê rojnamegeran a ragihandinê ye
 
Di 7ê Tîrmehê de li dijî Zîrveya NATO li Parka Kurtuluşê çalakî pêk hat. Rojnamegerên çalakî şopandin rastî tundiya polîsan hatin. Polîsan bi mertalên xwe destûr nedan ku rojnameger dîmenan bikişînin. Polîsan rojnameger asteng kirin û ji qadê dûr xistin. Ev raste rast mudaxaleya mafê rojnamegeran a ragihandinê ye.
 
Bi pêvajoya darizandinê zextên li ser rojnamegeran berdewam dike
 
Di Tîrmehê de rojnameger ji ber parvekirinên medya dijîtal hatin binçavkirin. Der barê wan de lêpirsîn hatin destpêkirin. Ji 14 dosyayan 33 rojnameger têne darizandin. Di Tîrmehê de gelek rojnameger hatin darizandin û danişînê wan hatin lidarxistin. Di nava mehê de hin rojnameger tahliye bûn û hinekan beraet kirin. Lê gelek doz jî hatin taloqkirin. Ev nîşan dide ku bi pêvajoya darizandinê zextên li ser rojnamegeran berdewam dike.
 
Li aliyê din rojnameger Aslihan Gençay beraet kir. Nûçegîhana BirGunê Sarya Toprak jî beraet kir. Nûçegîhanê ETHA'yê Muslum Koyun û rojnameger Yildiz Tar jî hatin berdan. Nûçegîhana Rojnameya BirGunê Ebru Çelîk jî ji ber nûçeya pêvekirina rozetan a CHPê di meha Tîrmehê de bû mijara zextan. Çelîk ji ber vê nûçeya xwe rastî gefan û lêpirsînê hat. Dîsa Kordînatorê Webê yê BirGunê Ugur Koç û Berkant Gultekîn jî îfadeyên wan hatin girtin. Rojnameger Fatîh Altaylî û Tîmur Soykan ji ber heman nûçeyê îfade dan.
 
Di Tîrmehê de gelek malperên înternetê, yên rojnameyan û hesabên medyaya dîjîtal hatin astengkirin. Di Tîrmehê de 20 naverokên medyaya dîjîtal hatin astengkirin. Xwegihandina 2 nûçe û 2 malperên nûçeyan hatin astengkirin. Di vê mehê de ji ber nûçeyan 11 weşan hatin qedexekirin.
 
Hesabên saziyên çapemeniyê yên bi Kurdî weşanê dikin hatin astengkirin
 
Di serê mehê de gîhandina malperên înternetê yên Nûmedya24, Azadiya Welat, Ajansa Welat û Nupel hatin astengkirin. Dîsa xwegîhandina hesabên X'ê yên Ajansa Welat û Nûmedya24 li Tirkiyeyê hatin astengkirin. Bi taybetî saziyên çapemeniyê yên ku bi Kurdî weşanê dikin hesabên wan hatin astengkirin. Hesabên wan ên medya dijîtal li ser hev hatin astengkirin. Hat dîtin ku hesabên weşana Kurdî bû hedefa sereke.
 
Ragihandina hesabên X'ê yên Sendika.Org û soL Haber hatin astengkirin. Hesabên X, Instagram, Facebook, TîkTok û YouTube yê Ozguruz û malpera înternetê hat astengkirin. Ragihandina hesabê Jinnewsê yê X'ê careke din hat astengkirin. Dîsa hesabên rojnamegeran jî hatin astengkirin. Di nava mehê de ragihandina hesabên rojnameger Dîren Yurtsever, Oznur Deger, Alîcan Uludag û Gulistan Gulmuş ên X'ê hatin astengkirin.
 
Daneyên Tîrmeha 2026an nîşan dide ku li Tirkyeyê zextên li ser azadiya çapemeniyê bi gelek rêbazan pêş ketine. Bi rêbaza binçavkirin, girtin, lêpirsîn, darizandin, gef, astengkirina şopandina nûçeyan, qedexeya weşanê, astengkirina ragihandina hesabên medya dijîtal û şêwazên din zext pêş ketine.
 
Zextên li ser rojnamegeriya Kurdî didomin
 
Ji ber ku rojnamegeran nûçeyên xwe li ser medya dijîtal parve kirine hatine binçavkirin, girtin û der barê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin. Astengiya ragihandina malperên nûçeyan û hesabên medya dijîtal, nîşan dide ku hîn li Tirkiyeyê pirsgirêka astengiya li pêş azadiya çapemeniyê berdewam dike.
 
Bi taybetî astengiyên ragihandina malperên Kurdî yên wekî Azadîya Welat û Ajansa Welat û astengkirina ragihandina hesabên wan ên medya dijîtal, nîşan dide ku zextên bi rêk û pêk li ser rojnamegeriya Kurdî didome.”
 
Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin
 
DFG'ê di dawiya raporê de wiha got: “Em wekî DFG'ê careke din dibêjin; Rojnamegerî ne sûc e. Mafê şopandin û çêkirina nûçeyan û mafê xwe gihandina agahiyên rast nayê astengkirin. Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin. Divê rojnameger ji ber karê xwe neyên astengkirin û neyên darizandin. Divê sansura li ser medya dijîtal bi dawî bibe.”