Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna yekbûyî hat kirin
- 09:03 24 Gulan 2026
- Rojane
Melîke Aydin - Elfazî Toral
STENBOL - Jinan bertek nîşanê biryara "Butlana mutleq" a li hember 38'emîn Kongreya Asayî ya CHP'ê û polîtîkayên qeyûm dan. Li Stenbolê partiyên siyasî û rêxistinên jinan bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku divê têkoşîna yekbûyî bê dayîn.
Dadgeha Îstînafê der barê 38’emîn kongreya CHP’ê de biryara “Butlana mutleq” da. Dadgehê ragihand ku biryar weke tevdîrek hatiye dayin. Bertekên li dijî biryarê didomin. Li gelek bajarên Tirkiyeyê çalakiyên protestoyî pêk bên. Jinên li Stenbolê ku daketin kolanan der barê pêkanînan de axivîn.
'Li dijî vîna gel biryar hat girtin'
Turkan Tatar: Ev biryar li dijî îradeya gel û rêxistinê ye. Ev biryarek şaş e. Rêxistin Kiliçdaroglu naxwaze. Gel naxwaze. Ew bi zor hat vê partiyê. Wek qeyûm hat. Em qeyûman naxwazin. CHP Partiya Ataturk e. Em partiya xwe terk nakin. Em îstîfa nakin. Ew bixwe hat wê bixwe biçe. Evqas. Gel naxwaze. Partiya me ya me ye ne ya qeyûman e.
'Ev ne tiştekî nû ye'
Meltek Açlan: Pêvajo gav bi gav pêş dikeve. Ev ne tiştekî nû ye. Em jî pêvajoyê dipên. Em di hilbijartinan de partiya yekemînin. 38’emîn kongre li gorî bernameya wan xêz kiriye pêk hatiye. Piştî hat şûnde hûn dizanin, yanî her kesî ev got. Navbera hinek dîrokan de demên îtîrazê hene. Di wan deman de tu îtîraz nehatiye kirin. Du sal şûnde dibêjin ‘tiştek wisa hatiye jiyîn’. Ev ji xwe pêvajoyê vedibêje.
'Li dijî faşîzmê li vir in'
Endama Piştevaniya Mor Eylul Naz Baklaci: Dema biryarek dijhiqûqî dertê barê mezin li jinan tê barkirin. Ev rewş tê wateya ku em bi pêknehatinên qanûnî re tên rû hev. Ji xwe em hem di alî beden hem di alî kedê hem jî alî nasnameyê de tên binpêkirin. Em wek jinên femînîst hewl didin di eniya herî pêş a çalakî û protestoyan de bin. Rewşa hatiye jiyîn yek ji rêbazên faşîzma desthilatdariyê ye. Qadên ku jin lê azad in sînor dikin. Ev demek dirêje em vê dibînin. Em îro li dijî vê faşîzmê li vir in. Em ji bo dengê xwe bilind bikin, xwedî li mafên xwe derkevin li vir in.
'Qeyûm li dijî mafê hilbijartinê ye'
Berdevka herêmî ya Partiya Tevgera Kedê (EHP) Sîbel Uzun: Li Tirkiyeyê herî zê de mafên Kurdan hatin astengkirin û qeyûm hatin tayînkirin. Me heta dawî piştgirî da parlamenter û partiya gelê Kurd û bi hevalên DEM’ê re têkoşîn da. Em ê heta dawî jî têbikoşin. Hatina qeyûm û êrîşa li dijî mafê hilbijartinê nîşan dide ku divê em têkoşîna xwe ya yekbûyî li dijî qeyûman xurt bikin.
'Em ê têbikoşin'
Endama Lijneya Rêveber a Navenda Ciwanan a Partiya Kedê (EMEP) Sude Şener: Ez li Bogazîçî xwendekar im. Zanîngeha Bîlgî jî hat girtin. Li hember me astengî, girtin û tayînkirina qeyûman didome. Ev pêkanîn ne tenê li hember CHP’ê, li hember şaredarî û zanîngehan jî tê kirin. Em îro li dijî vê xespkirina maf li qadê ne. Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bimeşînin û divê em têkoşînê danîn holê. Em ji bo vê îro li vir in.







