Modela Ispanyayê: Ne xizmet, navenda hevsengiya siyasî û civakî

  • 09:03 6 Gulan 2026
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Li Ispanyayê rêveberiyên herêmî ne tenê cihên ku xizmetê didin, aktorên esas ên navenda hevsengiya siyasi û civakî ye.
 
Girîngiya li ser rêxistina herêmî û komunal, ku di perspektîfa civaka demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pir girîng e, bi gelek bendên Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropî re têkildar e, ku Tirkiye îmze kiriye lê li ser hinek madeyan gumanên xwe diyar kiriye. Di gotara me ya berê de, me sernavên sereke yên vê peymanê û gelek bendên wê nîqaş kirin ku Tirkiye, tevî ku alîgirê peymanê ye, sînordar dike û teng dike.
 
Her çiqas yek ji girîngtirîn metnên navneteweyî yên li ser rêveberiya herêmî li Ewropayê be jî, Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropî, her çend li zêdetirî 45 welatan di meriyetê de be jî, li her welatî bi yekrengî nayê bicîhanîn.
 
Di teşeyê pêkanîna vî şertî ya li Qraltiya Yekbûyî de, ev di çareseriya pevçûnan de wek alaveke çareserî û demokrasiyê hatiye bikaranîn. Li Ewropayê jî mînaka Ispnayayê, ne tenê pergaleke îdarî ya rêveberiyên herêmî, pergaleke ku raste rast bi mantiqa rigariya dewletê ve girêdayê ye temsîl dike. 
 
Estado de las Autonomías
 
Ji Qraltiya yekbûyî cudatir, li Ispanyayê rêveberiyên herêmî, di destpêkê de pevçûnên dîrokî û daxwaza naskirina nasnameyan li ber çavan hatiye girtin û ketiye bin ewlehiya destûra bingehîn. Ji ber vê, ne tenê ji birêvebirina rêveberiyên herêmî re; dewlet çawa rêxistin dike, nasname çawa tên nasîn û der barê ku  têkiliyek çawa bi navendê re tê avakirin de çarçoveyek berfireh pêşkêş dike.
 
Ev sazbûn bi modela  “Estado de las Autonomías (Dewleta xweser)” ya bi destûra bingehîn a 1978’an hat avakirin. Di vê modelê de rêveberiyên xweser ne tenê ne, bi rêveberiyên herêmî re tê destgirtin û pergal xwedî sê astî ye: dewleta navendî, civakên xweser û şaredarî.
 
Bi destûra bingehîn dikin bin ewlehiyê
 
Taybetiya herî mezin a modela Ispanyayê ev e ku xwseriya herêmî xistine bin ewlehiya qanûnî. Ev rewş yekane cudahiya ku ji Qraltiya Yekbûyî cuda dike ye. Ji ber li Ispanyayê rayeyên rêveberiyên herêmî, girêdayî tercîhên siyasî û guherînên destilatdariyê dikare şûnde bê girtin. Ev wek mafekî destûra bingehîn hatiye nasîn. Di vê çarçoveyê de civakên xweser ên wek Katalonya û Herêma Bask li parlamentî û îdareyên xwe xwedî rayeya ku qanûnan derxîne ye.
 
Belgeya Statute of Autonomy
 
Her civak xwedî belgeyên “Statute of Autonomy” ku qadên rayeya xwe diyar dike ne. Bi saya vê belgeyê; qadên perwerde, tenduristî, çand û ziman, di bin kontrola rêveberiyên herêmî de ye. Herêma Bask xwedî pergala baca xwe ye. Ev yek ji mînaka herî pêşketî ya xweseriya aboriyê ya Ewropayê tê qebûlkirin. Şaredarî karê vê pergalê ava dike. Şaredarî raste rast ne bi navendê re, pir caran bi herêma ku pê re girêdayî ne re dixebitin. Ev rewş nîşan dide ku rayeyên rêveberiyên herêmî bi qanûnên navendî û pergalên herêmî re dibe hevkar û tên kirin.
 
 
Pratîka modela destûra bingehîn
 
Li Ispanyayê Şerta Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewreopayê wek mekanîzmayeke cuda nayê bikaranîn, li şûna vê rêgezên pergala destûra bingehîn ên heyî tên destgirtin û li gorî welat tê pêkanîn. Ji ber vê jî ji pirsa ‘xalên şertê tên pêkanîn an an’ wêdetir, li Ispanyayê ev pergal jixwe li ser van rêzan hatiye avakirin û wek pratîk pêk tên. Rêveberiyên herêmî, di qada rayeyên xwe de xwedî hêza biryargirtinê ne. Di vê rewşê de ne tenê teorîk, wek pratîk dertên pêşberî me.
 
Meclîsên herêmî û parlamentoya herêmê
 
Tevlibûna demokrasiyê û di mekanîzmayên biryarê de xwedî biryarbûnê, ji modela Qraltiya Yekbûyî cudatir e. Li Ispanyayê tevlibûn zêde ji ser kanalên siyasî û saziyê pêk tê; meclîsên herêmî, parlamentoyên herêmê û referandum alavên esas ên tevlibûna vê pêvajoyê ne.
 
Li Ewropayê modela aboriya herêmî ya herî pêşketî
 
Modela Ispanyayê, di alî aborî de yek ji mînaka herî pêşketî ya li Ewropayê ye. Hinek herêmên xweser ne tenê xwedî rayeya xerckirinê ne, di heman demê de xwedî rayeya komkirina bacê ne. Bacên tên komkirin beşek wan ji hikûmeta navendî re tê veguhestin, yê dimîne jî ji aliyê rêveberiyên herêmî ve tên bikaranîn, hewcedariyên herêmê tên bicihanîn.
 
Polîtîkaya ziman û nasnameyê
 
Yek ji aliyê din ên modela Ispanyayê nêzîkatiya li hember ziman û nasnameyê ye. Pergal tenê bi naskirina nasnameyên cuda sînor namîne; raste rast dike parçeyek sazî û civakî û ji bo vê polîtîkayan dike jiyanê. Yek ji destkeftiya din a girîng a modela Ispanyayê ev e ku nasnameyên herêmî bêyî ku bên çewisandin di pergalê de xwe îfade bikin e.