Shîrîn Ebadi: Azadiya Abdullah Ocalan mercê esasî yê pêvajoyê ye

  • 15:18 7 Kanûn 2025
  • Rojane
 
Xelatgira Nobelê Shîrîn Ebadi got: “Azadiya Abdullah Ocalan û serketina muzakereyên yekser ên navbera herdu aliyan mercên bingehîn ên vê pêvajoyê ne. Û ez zanim ku hûn ê vê bi ser bixînin.”
 
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Shîrîn Ebadi bi dîmen peyamek ji “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” re şand. Peyama Shîrîn Ebadi bi vî rengî ye:
 
“Ji her kesên ku çek danîne û pênûs hilbijartine hezkirinên xwe dişînim. Ji ber ku ne di nava we de me, xemgîn im. Dîroka Tirkiyeyê, dîroka 30 salên dawî ya Kurdên li vî welatî ispat kir ku şer çareserî nîne. Şer bi tenê windahiya mirovan li pey xwe dihêle û berdêla wê jî gel dide; bêyî ku kes sûdê jê werbigire. Lê belê avakirina partiyeke siyasî û têkoşîna bi rêya partiyên rêxistinbûyî, nêzîkatyia bi nivîs û gotinê wê tekez encamên hîn baştir bi xwe re bîne. Û hêvîdar im ku Abdullah Ocalan ê ku ev guherîna mezin da destpêkirin, di dema herî kurt de li nava piştevanên xwe vegere, muzakereyên dîplomatîk bimeşîne û rêya ber bi demokrasiyê hîn hêsan bibe.
 
‘Tirkiye bi cihêrengiya xwe welatekî dewlemend e’
 
Tirkiye bi cihêrengiya xwe welatekî dewlemend e û êdî divê dawî li pirsgirêkên xwe yên navxweyî bîne. Û demokrasiyeke hîn bilind hilbijêre. Û Îran jî di nav de ji welatên din ên li herêmê re bibe mînak. Mixabin em dibînin bê Komara Îslamê ya Îranê bi rengekî çawa xirab nêzî Kurdên li Îranê dibe. Di asteke welê de ye ku li Komara Îslamê ya Îranê Kurdbûyîn weke gunehekî mezin ji aliyê hikumetê ve tê dîtin. Hikumet her tim bi gumanbarî li wan dinêre. Lewma başbûna rewşa Kurdên li Tirkiyeyê wê bandoreke erênî li mercên Kurdên li Îranê jî bike. Hêvîdar im ku hikumeta Îranê jî wê hîn bibe ku hurmetê nîşanî her kesên li Îranê bide. Ji bo avabûna demokrasiyê ya ji Kurdên li Tirkiyeyê û ji pêvajoya avabûna partiyên siyasî re serketinê dixwazim.
 
‘Piştî têkoşîna bi salan hûn li dora maseya muzakereyê rûniştine’
 
Û ji bo azadiya Abdullah Ocalan ez careke din bang dikim. Ger ji bo serxistina armancê çek li aliyekî hatiye danîn û qala rêyeke cuda tê kirin, wê demê azadiya Abdullah Ocalan û serketina muzakereyên yekser ên navbera herdu aliyan mercên bingehîn ên vê pêvajoyê ne. Û zanim ku hûn ê vê bi ser bixînin. Piştî têkoşîna bi salan hûn li dora maseya muzakereyê rûniştine û li ser aştiyê û mijarên lihevkirinê diaxivin. Bêguman hûn ê bi ser bikevin. Ji bo Kurdên li Tirkiyeyê azadî û serketinê, ji bo Kurdên li Îranê jî mercên hîn baştir dixwazim.”