Kovara Jinê bi sernavê 'Komun' derket
- 09:45 7 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jinê bi hejmara xwe ya 145'emîn bi sernava "Lêgerînên komunal a li dijî hilweşîna civakî" derket.
Kovara Jinê di hejmara xwe ya 145'an de li ser komînên di ezmûnên cîhanê û ezmûna Jinwarê sekinî û bal kişand ser ka hilweşîna civakî û pirsgirêk çawa dikarin bi rêya komînan werin veguheztin û civatek bihêztir were avakirin.
Hemû sernavên di hejmara nû de wiha ne:
*Diyalektîka Takekesê Azad û Civaka Azad: Komûn / Serhildan Banyan Magusa
*Hilweşîna Civakî, Şerê Taybet û Stratejiya Derketina Komîn a li Kurdistanê / Bêrîvan Elter
*Komunalbûn a ji Dîrokê heta Îro: Civakên Bêdewlet / Ayşe Newroz Oyman
*Mijara Wekheviyê-1 / Çigdem Ertak
*Dîtina Algoritmîk: Laşê Jinê ya di Serdema Dîjîtal de / Ezgi Sila Demir







