Êriş li du jinan hat kirin, polîsan gotin gilî nekin!

  • 09:38 2 Mijdar 2025
  • Rojane
Şehriban Aslan
 
AMED - Şeva borî li navçeya Sûrê, komek ji nêzî 20 mêran ên riya wan dirêj, bi cube bi çek û kêran êrîşî mala du jinan kirin û li wan dan. Li gorî agahiyan, polîsan ji jinan re gotine, "Gilî nekin, em tiştekî nakin."
 
Şeva borî li navçeya Sûrê ya Amedê, komeke ji nêzî 20 kesan êrîşî malên du jinan kirin. Jinên ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwestin navê xwe eşkere bikin, behsa mêrên ku hatine malên wan û gef li wan xwarine kirin. Ev 20 mêr riya wan dirêj, bi cube bi çek û kêran êrîşî mala du jinan kirine. Jinên ku gelek caran gazî polîsan kirine, diyar kirin ku polîs pir dereng li wan vegeriyane. Piştre çûne qereqolê û li dijî mêrên ku êrîşî wan kirine û li wan dane gilî kirine.
 
'Buxtan kirin stûyê me'
 
Jinên ku piştî êrîşê li qereqolê îfadeyên xwe dan wiha gotin, "Derengiya şevê li deriyê me xistin. Ji ber ku em li benda mêvanan nebûn, birayê min çû jor û ji pencereyê nihêrî da ku bibîne ka ew kî ye. Hevalê min, ku wê demê bi me re bû, çû û derî vekir û çar kes ketin hundir. Nêzîkî 10 kesên din li derve li bendê bûn. Ew kes ketin hundir û gef li min xwarin û gotin, 'Em te li vir naxwazin. Hûn li vir fuhuşê dikin. Em xwediyê taxê ne, em te li vir naxwazin. Tu kî yî? Em ê rojekê dem bidin te ku tu derkevî.' Di vê gavê de, yek ji wan kesan li min da û got, 'Heke tu bi vî rengî li min binêrî, ez ê te li vir bikujim.' Piştre wî bi sopeyekî li min da."
 
'Riyên wan dirêj bûn'
 
Yek ji jinan, ku êrîşkaran wekî xwedî riyên dirêj pênase kir, diyar kir ku ew kes bi cube bûn. Wê got, "Kum di serê yekî de bû. Di destên wan de kêr û çek hebû. Van mêran gefên bi heman rengî li me xwarin û ji malê derketin. Piştre, min gazî polîsan kir û li dijî wan gilî kir."
 
'Her çiqas hûn gilî bikin jî, tiştek naguhere'
 
Jinên ku êriş li wan hatin kirin diyar kirin ku wan gelek caran gazî polîsan kirine, ku saetek şûnda gihîştine wan. Jinan gotin ku polîsan ji wan re gotine, "Gilî nekin. Her çiqas hûn bikin jî, tiştek naguhere. Em ê mudaxele nekin."