Salvegera komkujiya Pirsûsê: Gumanbar hîna nehatine darizandin

  • 09:05 20 Tîrmeh 2025
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê  û parêzera dosyaya komkujiya Pirsûsê Sevda Çelîk Ozbîngol der barê asta dosyayê de axivî û got: “Gumanbar hîna nehatine darizandin. Bi Aştî û Civaka Demokratîk wê edalet jî ava bibe.”
 
Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê pêk anî de 33 ciwanî jiyana xwe ji dest dan û ji 100’î  zêdetir kes jî birîndar bûn. Ji komkujiyê heta her sal li Tirkiye û Kurdistanê kesên hatine qetilkirin tên biranîn. Têkoşîna malbatan û ciwanên sosyalîst di her 20’ê mehê de jî bi daxwaza "Ji bo Pirsûsê edalet ji bo her kesî edalet" tên gel hev.
 
Di doza hat vekirin de 5’emîn Dadgeha Ceza Giran a Rihayê biryar da. Li yekane gumanbarê girtî yê dozê Yakup Şahîn, ji xalên cuda 34 caran muebeta giran, 1.900 sal cezayê girtîgehê û 40 hezar jî cezayê pere birîn. Der barê gumanbarên fîrarî Îlhamî Bali û Denîz Buyukçelebî de jî doz hatibû vekirin û 9’emîn rûniştina dozê wê 27’ê Mijdarê li 5’emîn Dadgeha Ceza Giran a Rihayê bê dîtin.
 
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê û parêzera dosyaya komkujiya Pirsûsê Sevda Çelîk Ozbîngol der barê pêvajoya hiqûqî ya komkujiyê de axivî.
 
Dosyaya komkujiya Pirsûsê
 
Sevda Çelîk Ozbîngol da zanîn ku her kes dosyaya komkujiya Pirsûsê ji nêz ve dişopîne û got: “Ji vê dosyayê bendewariya edaletê pir mezin e. Li hember ciwanan komkujî pêk hat û 33 ciwan hatin qetilkirin. Ev êrîş li hember wekhevî û yekîtiya gelan bû. Dosyaya komkujiyê 10 sal in didome. Me tu car dest ji têkoşîna edaletê berneda.”
 
‘Gumanbar neanîn rûniştinê’
 
Sevda Çelîk Ozbîngol daxuyakirin ku demek dirêj di dosyayê de lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin û ev tişt vegot: “Biryarên veşartinê anîn. Der barê kesên sûc kirin de lêpirsînek bi bandor nehat kirin. Em bi rastiyeke wisa re hatin rû hev. Em li vê komkujiyê binêrin, di esasê de dikaribû pêşî li gelek komkujiyan bê girtin lê nehat girtin. 10 sal der bas bû. Du gumanbarên din ên fîrarî tevî bultena sor nehatin girtin. Bendewariya edaletê nehat cih. Doza gumanbarên fîrarî Denîz Buyukçelebî û îlham Bali didome. Pêkhatina edaletê bi ‘aştî û civaka demokratîk’ pêkan e. Komkujî ji atmosfera siyasî serbixwe nînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”