Li Sêwregê starta 25'ê Mijdarê: Niha dem dema jinan e 2026-11-06 14:20:41   RIHA – TJA'yê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan de li Sêwregê bi dirûşma "Bi Xwehêzkirin û Îradeya Azad, Niha Dema Jinan e" meşekê li dar xist û starta çalakiyan da.   Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakiyên xwe yên ji bo 25'ê Mijdarê  Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan li navçeya Sêwregê ya Rihayê dest pê dike. Hejmareke mezin ji jinan li Parka Kanlikuyu bi dirûşma "Bi Xwehêzkirin û Îradeya Azad, Niha Dema Jinan e" kom bûn û dest bi meşê kirin.  Di tevahiya meşê de, jinan gelek caran dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Dû re jî deklarasyona 25'ê Mijdarê ji hêla aktîvîsta TJA'yê Başak Saridal ve hat  hat xwendin.    Di deklarasyonê de wiha hat gotin:    "Dixwazin tundiya di nava malê de bi hênceta qada teybet,ji qada têkoşînê qut bikin. Jin herî zêde di nava malê de,bi destê xizimên herî nêz têne qetilkirin. Nexasim li Kurdîstanê, bi polîtikayên şerê teybet û qirêj ev tûndî bêtir hatiye kûr û berfirhkirin. Me di doza Gulîstan Dokû ya ku li Dêrsimê hate qetilkirin de dît ku, hemû saziyên dewletê ji bo nuxumandina cînayetê xebitîne. Ji ber wê yekê heman kujer, bi salan, li gorî kêfa xwe jiyane û li nav civatê geriyane. Herwiha rewşa kujer û hêncetê kuştina Rojbîn Kabaîşê hîn zelal nebûye.   Çawişê Pispor, yê bi navê Musa Orhan ê ku tecawiza Îpek Er ê kir û bû sedema intiharkirina wê, di rojên borî de, ji heman kiryarê dihate darizandin, berat kir. Failên kujeriya jinan yên ku di mekanîzmayên dewletê de ne, ji aliyê  pergala dewletê ve, ducar têne parastin.   Îro di her kolanên Kurdîstanê de, çeteyên hişbirê cirît davêjin, zarok û ciwanên Kurdan dikşînin nava tora  ku jiyana wan tari dike. Hişbira kolanan, dibe tundiya nava malê. Keç û jin ber bi serdaba fuhuşê ve têne arastekirin. Bi zor û tehdîtan ber bi tundiyê ve têne kişandin. Ji ber wê yekê ewlehiya kolanên me nemaye. Divê rojek beriya rojekê dev ji van polîtîkayan bê berdan, êdî kes bi dahatûya civatê nelîze.   Ev kiryarên qirêj, yên li hemberî jin û zarokan, ne li gorî hizir û ruhê pêvajoya Aşitî û civata Demokratîk ya ku em didin meşandin in.jiber ku aşitî tenê ger aramî û hizûra civatî hebe çêdibe. Ger jin li derî bê pêvajoyê bêne hiştin,ger polîtîkayên mêrê serwer bêne kûr û ferhkirin, ger tundiya li hemberî jinê bê tûjkirin û tûndî bê rewa kirin,aştiya civatî nayê avakirin.    Herî zêde em jin êşa şer dijîn;jiber wê,herî zêde em dizanin ku aşitî çiqasî jiyanî ye.   Digel ku pêvajoya Aşitiyê didome, li her deverên Kurdîstanê xweza tê qetilkirin. Bi  rêbaza Qeyuman vîna gel tê desteserkirin. Jiber ku kar  û barê bi zimanê dayikê nehatiye naskirin û misogerkirin, mafên me yên nasnameyî têne binpêkirin. Hem dîrok hem jî cerbên me vê yekê nîşanî me didin ku ev polîtîkayên ku têne meşandin, weke tundî li me jinan vedigerin.   Ji Sîweregê hetanî Wêranşarê ,ji Hewagê hetanî Serêkaniyê û çar aliyên Rihayê, jin her roj bi tundî û destdirêjiya mêran ve rû bi rû dimînin.   Digel vê yekê jin, ne tenê li hemberî tundiya mêran, neçar dimînin ku li hemberî polîtîkayên ku kujeran diparêzin jî têkoşînê dimeşînin.   Li Sîwerekê di doza jineke ku bi zorê hatibû revandin û destdirêjî lê hatibû kirin de, helwesta dadgehê ya ku jina maxdûr tewanbar dikir de, bi şênberi derketiye holê ku destdirêjiya mêrane tê parastin. Jiber wê yekê ye ku em dibêjin, tundiya li hemberî jinê ne munferît, lê bipergal e.   Îro em, li Sîwerekê careke din bang dikin:Emê li hemberî tundiya mêran û polîtîkayên  bêcezakirinê bêdeng nemînin, têkoşîna xwe bilind bikin. Hemû jinên ku li Kurdîstanê dijîn, ne tenê ne.   Îro,di 25'ê Mijdarê de, em ê mal bi mal, kolan bi kolan, li hemberî pergala desthilatdariya mêrane xwe rêxistinkirinê berdewam bikin, hevkariya jinan mezin bikin û ji bo avakirina civateke  bêtûndî hewl bidin ku bi vîna xwe ya serbixwe bixebitin.   Banga me ji bo hemû jinan e; werin em  tev, aştiyeke birûmet û mayînde û hevjiyaneke azad bi hev re rêxistin bikin."   Piştî daxuyaniyê berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, axivî u bal kişand ser tundiya li hemberî jinê û pergala ku li hemberî jinan hatiye çêkirin.    Dû re jinan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” çalakiya xwe bi dawî kirin.