Ji Balyoza Almanyayê serdana ji bo Şaredariya Amedê 2026-11-02 12:29:01   AMED - Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) Serra Bucak û Emîn Ay, Balyoza Almanyayê Sibylle Katharina Sorg û şandeya pê re pêşwazî kirin.   Balyoza Almanyayê Sibylle Katharina Sorg û Sekretera Yekem Nicole Gonsior, di çarçoveya têkiliyên xwe yên li bajar de serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. Şande ji hêla Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Emîn Ay ve hat pêşwazîkirin.   Di hevdîtinê de xebatên rêveberiyên xwecihî, projeyên ku li bajar tên meşandin û derfetên hevkariyê yên dualî hatin nirxandin.   Hevşaredaran ji ber serdana wê spasiya Balyoz Sorg kirin.   Di hevdîtinê de Sekreterê Giştî yê DBB’ê Serdar Bakiroglu û Alîkarê Sekreterê Giştî Muhabbet Erdogmuş jî li gel Hevşaredaran amade bûn.