Xwendekarên Dêrikê: Perwerdeya bi zimanê Kurdî mafê me ye 2026-11-01 14:54:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên Dêrikê nerazîbûna xwe der bare biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta veguhêz ya sînordarkirina perwerdehiya bi zimanê Kurdî bi 3 dersan di hefteyê de anîn ziman û daxwaz kirin ku xwendin li dibistanan bi Kurdî be.   Îro, xwendekarên bajarê Dêrikê daxuyaniyek dan û daxwaza mafê xwe yê fêrbûna bi Kurdî kirin. Daxuyanî ji hêla xwendekar Sîma Derwîş ve li ber nevenda perwerdehiyê ya bajêr bi Kurdî hate xwendin.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xwendekarên Kurd daxwaz dikin ku perwerde li dibistanan bi zimanê bi Kurdî be û nerazîbûna xwe li hember biryara Wezareta Perwerdeyê ya ku wan mecbûr dike ku di dibistanan de bi zimanekî ji bilî zimanê xwe yê dayikê bixwînin, anîn ziman.   Daxuyaniyê diyar kir ku daxwazên xwendekaran dijminatiya li hember ti zimanekî din nîşan nadin, lê belê di çarçoveya parastina mafê wan ê fêrbûna bi zimanê xwe yê dayikê de ne.