Pêla şermezarkirinê ya ji Fransayê belavî Ewropayê bû 2026-11-01 11:43:04   NAVENDA NÛÇEYAN  - Protestoyên li Fransayê li dijî kêmaniya li qada perwerdeyê destpê kir, bi nerazîbûna li hemberî bihabûna jiyanê, krîza stargehê û polîtîkayên hikumetê li welatên cuda yên Ewropayê belav bû.   Pêla protestoyê ku li Ewropayê bi pêşengiya ciwanan destpê kir, berfireh dibe. Çalakiyên ku li Fransayê bi vebûna dibistanan re bi daxwaza veqetîna budçeyeke zêdetir ji perwerdeyê re destpê kir, di demeke kurt de bi rengê nerazîbûna li dijî bihabûna jiyanê, krîza avahiyan, bêkarî û polîtîkayên hikumetê veguherî tevgereke civakî.   Di rojên dawî yên meha Cotmehê de di serî de Fransa li Elmanya, Îtalya, Hollanda û Swîsreyê bi sed hezaran kes daketin qadan. Li hin bajaran bûyerên talankirinê û şer qewimî. Hêzên ewlekariyê dest li xwepêşandêran werdan. Di daxuyaniyên hikumetan de pergala cemaweriyê û tedbîrên ewlekariyê derketin pêş.   Wezareta Karên Hundir a Fransayê ragihand ku li seanserê welêt 320 hezar kes beşdarî xwepêşandanan bû. Hate gotin, ji wan 70 hezar kes li Parîsê tevlî çalakiyê bûn. Li gorgî platforma navbera sendîkayan û rêxistinên xwendekar û sendîkayên ciwanan, nêzî 500 hezar kes li seranserê welêt, nêzî 200 hezar kes jî li Parîsê tevlî çalakiyan bûn.   Wezareta Karên Hundir diyar kir ku li seranserê welêt 565 kes hatin binçavkirin. Ev çalakî pênc roj beriya grev û xwepêşandanê hate lidarxistin ku bi banga sendîkayan wê 5'ê Mijdarê pêk were.   Sendîkaya Xwendekarên Lîseyê û Yekîtiya Xwendekaran bang kirin ku rojên Sêşem û Pêncşemê saziyên perwerdeyê boykot û dagir bikin.   Li Elmanyayê 31'ê Cotmehê di serî de Berlîn, Frankfûrt û Kolnê li gelek bajaran bi deh hezaran ciwan daketin qadan. Xwepêşandan bi banga kolektîfa bi navê "GenZ regelt" (Nifşê Z wê hal bike) hatin lidarxistin.   Ciwanan mercê kêm ên li dibistanan, bihabûna jiyanê û jinûve rojevkirina leşkeriya neçarî şermezar kirin. Her wiha li hemberî guhertina avhewayê jî daxwaza polîtîkayên hîn bi bandor hate kirin.   Xwepêşandanên ku bi rengekî aştiyane destpê kirin, li Frankfûrt û Kolnê veguherîn şer. Hêzên ewlekariyê li bajarên navborî destwerdan kirin.   Li Îtalyayê 30'ê Cotmehê bi sed hezaran xwendekar û karker bi daxwaza veqetandina budçeyeke zêdetir ji saziyên perwerdeyê re û wergirtina tedbîran li hemberî bihabûna jiyanê daketin qadan. Piştî xwepêşandanan hikumeta Îtalyayê tedbîrên ewlekariyê zêde kir.   Li bajarê Lahey ê Hollandayê ji bo 31'ê Cotmehê li ser medya dîjîtal bi navê "Xwepêşandana nifşê Z" banga serhildanê hate kirin. Polîsan bi hincetea ku rûyê xwe pêşandine û alavên qedexekirî bi wan re hebû nêzî 30 kes binçav kirin. Lê belê rayedaran diyar kirin ku bûyerên mezin rû nedan.   Li Swîsreyê jî 31'ê Cotmehê li bajarên Zurich û Baselê bi sedan kes daketin qadan. Xwepêşandanên ku bi dirûşma "Li Swîsreyê jî êdî bes e" hatin lidarxistin, ji bo piştgiriya bi protestoyên ciwanan ên li welatên din ên Ewropayê hate lidarxistin.