Îşkenceya li girtîgehên Îranê birin NY'ê 2026-10-29 15:31:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Sepîde Qoliyan, ji Raportora taybet a Mafên Mirovan a NY’ê Maî Sato re nameyek şand û ragihand di hevdîtinên ku bi 150 kesên di xwepêşandanan de hatine binçavkirinê re pêkanî de, şahidiyên têkildarî îşkence, tecawiz û gefên darvekirinê, komkiriye.   Çalakvana civaka sivîl û nivîskara Îranî Sepîde Qoliyan, di nameya xwe ya ji Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Îranê Maî Sato re şand de, binpêkirinên mafên mirovan ên kesên di dema xwepêşandanên navbera Kanûna 2025’an û Çileya 2026’an de hatine binçavkirin rûbirû mane, anî rojevê. Sepîde Qoliyan, di nameya xwe de da zanîn dema ku li Girtîgeha Vakîlabad a li Meşhedê girtî bû, şahidiya îşkence û muameleya xirab kiriye.   Sepîde Qoliyan a diyar kir piştî berdana xwe xebata xwe ya rojnamevaniya hemwelatî didomîne, da zanîn  wq bi 150 kesên ku li parêzgehên Xorasana Rezewî, Xûzistan û Tehranê hatine girtine an jî binçavkirine re hevpeyvînên berfireh pêk aniye. Sepîde Qoliyan, destnîşan kir şahidiya ku ew kom kirine, behsa bûyerên wekî tewaciz, îşkenceya bi rêya ceyranê, girêdana girtiyan bi textan re, şikandina hestiyan û pêkanîna darvekirinên sexte dikin.   Ji girtîgehan 7 şahidî   Bi nameyê re 7 şahidiyên cuda yên ku ji aliyê Sepîde Qoliyan ve hatine nivîsandin jî hatin weşandin. Di vegotinên ku ji Girtîgeha Vakîlabad a li Meşhedê, girtîgehên Sepîdar û Şeyban ên li Ehwazê, girtîgehên Dezful, Tehranê û Faşafoyehê hatine komkirin de, behsa îdiayên îşkence, gef û muameleya cihdigre.   Sepîde Qoliyan, diyar kir ku ev vegotinên ku di bin zextên giran de derbasî dervabûne, tenê beşeke biçûk a tiştên ku girtiyan dijîn nîşan dide. Sepîde Qoliyan, anî ziman ku nirxandina binpêkirinên mafên mirovan a tenê wekî hejmara miriyan, girtiyan an jî kesên hatine darvekirin, dikare mezinahiya rasteqîn a tundiyê veşêre.   ‘Rêbazên heyî yên piştrastkirinê netêrkêr in’   Sepîde Qoliyan a rêbazên belgekirinê yên ku ji aliyê mekanîzmayên navneteweyî yên mafên mirovan ve tên bikaranîn rexne kir, got ku pêvajoyên piştrastkirinê ku xwe dispêrin razîbûna malbatan, şert û mercên taybet ên li Îranê bi têra xwe li ber çavan nagrin.   Sepîde Qoliyan, diyar kir ku gelek malbat ji ber zextên ewlehiyê, zehmetiyên aborî û trawmayên derûnî nikarin dengê xwe derxin û îdia kir ku li hinek malbatan gefa darvekirina zarokên wan hatiye xwarin û bêyî ku malbat bên agahdarkirin hinek darvekirin pêkhatiye.   Sepîde Qoliyan, balkişand ku serpêhatiyên hinek girtiyan ji ber cudahiyên di nêrînên siyasî de ji raya giştî tên veşartin û hişyarî da ku pênasekirina xwepêşandanan a wekî şerê navxweyî  ya bi beşdariya hêzên derve, dikare bibe sedema rewakirina zext û tundiya li dijî xwepêşanderan.   Hişyariya li dijî darvekirina girtiyên jin   Sepîde Qoliyan, di nameya xwe de behsa rewşa girtiyên jin jî kir û balkişand ser xetereya rewakirina darkirina jinên ku bi tohmetên siyasî tên darizandin. Sepîde Qoliyan, destnîşan kir ku li Îranê sînorê di navbera dozên siyasî û dozên tawankariyê de ne zelal e û tohmetên ne siyasî jî dikarin wekî amûrekê ji bo zext û tepisandinê bên bikaranîn.   Sepîde Qoliyan, bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan kir ku daxuyaniyên şermezarkirinê netêrkêr in û daxwaza avêtina gavên berbiçav ên wekî tomarkirina şahidiyên, lêkolîna li ser îdiayên îşkence û darvekirinê û mîsogerkirina darizandina kesên berpirsiyar kir.